Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn

Dayika Aştiyê Adalet Safali ku gotinên wê yên dawî aştî û têkoşîn bûn, wekî Perîşan Akçelîkê ku di heman qezayê de jiyana xwe ji dest da, temenê xwe di rêça têkoşînê de derbas kir.

Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk gava di 22’yê Tebaxê de ji bo îfadeyeke lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ji Geverê çûn Colemêrgê, di vegerê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. Dayika Aştiyê Adalet Safali, wekî Perîşan Akçelîkê ku di heman qezayê de jiyana xwe ji dest da, temenê xwe di rêça têkoşînê de derbas kir.

‘Dê têkoşîn bidome’

Adalet Safali ku tim hedefa zextên dewletê bû, piştî dizewice 4 zarok jê re çêdibin. Piştî qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an de li Geverê hat ragihandin, zextên li ser malbata Safaliyê zêde dibin. Tacettîn Safali, hevjînê Safaliyê û Hevşaredaraê Geverê yê berê, ji ber dozên der barê wî de ji bêgavî diçe derveyî welêt. Dayik Safali jî ji aliyekî ve hem zarokên xwe mezin dike ji aliyê din ve jî têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê didomîne.

Zextên dawî yên li malbata Safaliyê, di 15’ê Tebaxê de rû dan. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de polîs davêjin ser malê. Di dema avêtina ser malê de dayik Safali ne li malê ye. Lê di 22’yê Tebaxê de ji bo îfadeyê ji Geverê diçe Colemêrgê. Safali tevî parêzerên xwe diçe navenda bajêr û piştî îfadeyê tevî Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk di rê de qeza dike û jiyana xwe ji dest dide. Safali beriya qezayê li cihekî bêhnvedanê bi Akçelîkê re wêneyekî digire û dibêje: “Çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome.”

 ‘Temenê wê bi têkoşînê derbas bû’

Baran Safali, xwesûya Adalet Safaliyê, anî ziman ku bûka her têkoşiyaye û got: “7 zarokên min hebûn. Yek jê di 1993’yan de tevli PKK’ê bû. Yek jî hevşaredar bû û ji ber polîtîkayên dewletê yên di navbera 2015-2016’an de mecbûr ma biçe derveyî welêt. 8 sal in ne zarokên xwe ne jî hevjîna xwe dît. Hevjîna wî Adalet jî bi salan têkoşiya û li ser rêça heqîqetê bû. Em hemû vê têkoşînê didomînin û em gav bi gav wê xurt dikin. Qethiyen em ê dest ji vê têkoşînê bernedin. Ji ber dozê bi rojan li Adaletê geriyan û herî dawî tevî parêzerên xwe ji bo îfadeyê çû. Gava çû îfadeyê di rê de min çar pênc caran pê re xeberda.”

Safaliyê ragihand ku beriya qezayê Dayika Aştiyê Adalet Safaliyê wêneyê xwe û Perîşan Akçelîkê jê re şandiye û got: “Ew wêneyê wan ê dawî bû. Di rêça têkoşînê de wêneyê wan ê dawî bû. Piştî vê bi qasî saetekê qeza çêbû. Ji ber ku ji zilmê reviyan û doz aaştiyê kirin wiha bû. Li dijî zilmê li ber xwe dan û bi berxwedanê çûn. Tu gotinek nemaye. Li dû wê tenê çar zarok man. Ne dêya wan ne jî bavê wan li cem wan e. Em ê heya dawiyê bitêkoşin.”

Baran Safaliyê behsa axaftina xwe û Adalet Safaliyê ya dawî jî kir û got: “Gava ez ewil lê geriyam got kêfa wê li cî ye. MIn jî got, ‘şikir ev car jî derbas bû.’ Min jê re got, ‘Gava hûn hatin hêdî hêdî werin, ecele nekin.’ Gava li cihê bêhnvedanê navroja xwe dikirin, ew wêne ji min re şandin. Cîhan ew wêne ji min re şandibû. Ew wêneyê wan ê dawî bû, lê nebû wêneyê dawî yê têkoşînê. Heya em sax bin em ê di nava vê têkoşînê de bin. Em ê li ser rêça Sîsînê, Adaletê, Cîhan û gelekên din bin. Heya em sax bin em ê li ser rêça heqîqetê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar