Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gotinên Feyzîoglû li Nisêbînê pêk hatin

Hiqûqnasên li Nisêbînê lêkolîn kirin, ragihandin ku derbarê mirina kesên li bajêr lêpirsîneke çalak nehatiye destpêkirin û ew ê gilî bikin. Hiqûqnasan, gotin ew bûne şahid ku li Nisêbînê gotinên Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Feyzîoglû pêk hatine

Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), çûn Nisêbîna Mêrdînê û der barê mirina 12 kesên piştî oeprasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê mirin lêkolîn kirin. Parêzer, çûn cem malbatên zarokên wan mirin.

Endama TOHAV’ê Rengîn Ergul bilêv kir ku der barê mirina 12 kesan de çûne cem Serdozgeriya Komarê. Ergul diyar kir ku wan xwestiye Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê jî bibînin lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got, niha nexweşxaneya navçeyê wekî nexweşxaneyeke leşkerî ye.

Ergul destnîşan kir ku divê derbarê mirina kesên navbirî de lêpirsîneke çalak pêk bê. Ergul, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsînê bi rê ve dibe û wiha got: “Me xwest em der barê lêpirsînê de hin zanyariyan bi dets bixin. Lê belê nedan. Qeymeqam, dozger û rayedarên din ên bajêr tenê ji bo sersaxiyê çûne cem malbatan. Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”

Ergul diyar kir ku li gorî agahiyên ji dozgeriyê girtine, ji cihê bûyerê tenê perçeyên fîşekên hewanê hatine berhevkirin û got: “Koncalên li kolanê bi zîftê hatine girtin. A rast niha cihekî bûyerê tuneye. Ji ber dozgerî yekser bûyer bi rê ve nebiriye, nikare agahiyên baş bide me.”

Dê gilî bikin

Ergul destnîşan kir ku ji bo lêpirsîneke çalak bê kirin ew ê tev bigerin û got: “Me serlêdan girtin. Em ê gilî bikin. Li vira mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Em bang li dewletê dikin ku peywira xwe bi cih bîne. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê jî dikin. Em ê şopdarê vê yekê bin.”

Gotinên Feyzîoglu

Endamê OHD’ê Parêzer Nûrettîn Denîz jî, destnîşan kir ku bûne şahid ku li Nisêbînê gotinên Serokê Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû ku gotibû “Dewlet ne mecbûr e sivîlan biparêze” pêk hatine. Denîz, destnîşan kir ku divê pêşî li ber mirina sivîlan bê girtin û got: “Em dixwazin pirsgirêk bi awayekî demokratîk û aştiyane bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê rê û rêbazên demokratîk bên bikaranîn.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar