Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me’

Girtiyên PKK û PAJK’ê yên di greva birçîbûnê de ne diyar kirin ku ew heta bigihêjin armanca xwe dê çalakiya xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: "Bi ruhê azadiyê em çiqasî bihêz tevlê bibin em ê ewqasî nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja 5’an de berdewam dike. Di greva ku ji 104 girtîgehan gelek girtî bi dorveger tevli dibin, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.

Girtî Talîp Yakişir ku li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku heta daxwazên wan bi cih bêne anîn wê çalakiya xwe dewam bikin û wiha axivî: “Ji 27’ê Mijdarê û vir ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd em di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya me 4 roj li pey xwe hişt. Greva me niha bi dorvegerî dewam dike. Pêvajoya ji niha û pê ve wê çawa dewam bike, hîn ne diyar e. Em girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelekî baş in. Moral û coşa me gelekî zêde ye. Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin. Govenda azadiyê ya li çiyê ruh dide bedena me. Her tim bi başî, govendê û bi coş bimînin.”

Saadet Akîn û Zelal Bîlgîn li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin. Saadest Akin a ku 9 sal e di girtîgehê de ye û 8’ê Mijdara 2018’an de tevli greva birçîbûnê ku li girtîgehê ji aliyê Leyla Guven ve hat destpêkirin jî bibû û di heman demê de ji bo Jîna Amînî ya ji rojhilatê Kurdistanê ku ji aliy rejîma Îranê ve hat qetilkirin strana “Jîna” jî derxist, di hevdîtina ku bi telefonê bi malbata xwe re kir de bi straneke nû ku çêkiriye banga berxwedanê li gel kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar