PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Greva avhewayê ya Thunberg û hevalên wê didome

Aktîvîsta 16 salî Greta Thunberg ku bi çalakiya xwe ya li ber parlamentoya Swêdê ya ji bo parastina avhewayê li tevahiya dinyayê deng veda, tevî hevalên xwe di betlaneya havînê de jî çalakiya xwe didomîne

Tevî ku ji ber betlaneya havînê dibistan hatien girtin jî Greta Thunberg û hevalên wê yên dibistanê her Înê li ber parlamentoya Swêdê li hev kom dibin û çalakiyê dikin.

Aktîvîstên avhewayê belavokan li derdorê belav dikin û mirovên ji pîşeyên cuda jî destekê didin wan. Anna Svara ya Norwêcî ku li Stockholmê ye, mamosteyeke teqawîtbûyî ye ku her hefteyê tê vê meydanê û ji bo destekê bide ciwanan xwepêşandanê dike.

Svara ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku gelekî girîng e metirsiyên germahiya global li xwezayê û mirovahiyê bînin rojevê û zextê li siyasetmedaran bikin ku tedbîran werbigirin, lewma ew jî destekê dide têkoşîna ciwanan.

Greva û hevalên wê yên dibistanê Edit Liedberg, Mina Pohankova, Isabella Axelsson, Eira Frohling, Ell Jarloch nameyek ji sendîkayan re şandibûn û Pêncşemê nameya wan li rojnameya Aftonbladetê hatibû weşandin.

Ciwanan bang li sendîkayên Swêdê kirin ku ji bo zextê li siyasetmedaran bikin ku ji bo parastina xwezayê tedbîran werbigirin, di 27’ê Îlonê de bikevin grevê. Lê belê sendîkayan bersiveke erênî neda banga aktîvîstan. Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) û konfederasyonên TCO û SACO diyar kirin, mafê grevê yê karkeran nabe ku ji bo armancên siyasî bên bikaranîn. Lê belê hin federasyon û sendîkayên van konfederasyonan ragihandin ku wê mijarê di desteya rêveberiyê de binirxînin. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar