Navenda Nûçeyan |
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin. Çalakiya girtiyan ku koma 30’yemîn dewr girt, di roja 150’emîn de didome.
Mexmûr
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, bi heman armancê pêşengiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, di roja 129’emîn de didome.
Yewnanistan
Çalakiya greva biçîbûnê ya welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, ji bo azadiyê Ocalan ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatibû destpêkirin, 112 roj li pey xwe hiştin.