Navenda Nûçeyan
Greva birçîbûnê ya bidorveger û bêdem ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya ku bi koma 5’emîn berdewam dike ket roja 24’an.
Ji girtiyên ku di koma 5’emîn a çalakiyê de cih girtin, dayika Asli Calihan, Zeynep Calihan wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin û ji girtîgehan mirî bên derxistin. Em banga hestiyariyê dikin û dibêjin dengê zarokên me bibihîzin.”