PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Greva birçîbûnê kete roja 175’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir, kete roja 175’an. Di heman demê de çalakiya Nasir Yagiz kete roja 162’yan û ya koma yekemîn a li girtîgehan jî di roja 137’emîn de didome. Rojiya mirinê jî rojek li pey xwe hişt

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Ji bo rakirina tecrîdê, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Guven 175 roj li pey xwe hişt.

Bi heman boneyê, endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Greva birçîbûnê ya Yagiz jî kete roja 162’yemîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 136’an de berdewam dike. Di heman demê de li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di vê çarçoveyê de çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan ku di 16’ê kanûnê de dest pê kiribû kete roja 137’an.

Çalakiyên li bakurê Kurdistanê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de, parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya parlamenteran berdewam e. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û hatin berdan jî li malên xwe berxwedana xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 115’emîn de, ya Gurbet Ektîren di roja 106’emîn de, ya Mahsun Şen di roja 117’emîn de, ya Mûrat Aksin di roja 48’emîn de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 115’emîn de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 64’an de berdewam dike.

Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û çalakvan niha jî berxwedana xwe li mala xwe didomînin.

Rojiya Mirinê

Piştî ku hikûmeta AKP’ê daxwazên çalakvan pêk ne anîn, girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê rengê çalakiya xwe guherandin. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û ragihand ku 15 hevalên wan dê di 30’ê nîsanê de dest bi rojiya mirinê bikin. Rojiya mirinê rojek li pey xwe hişt. Navên girtiyên ku di rojiya mirinê de wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê dikin.”

Çalakiyên fedaî

Her wiha welatiyê bi navê Ugur Şakar ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê sibatê deli bajarê Krefeld ê Almanyayê bedena xwe da ber agir û di 22’yê adarê jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de girtiyên siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiyên fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar