Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Rihayê mezintir dibe

Binpêkirinên dewleta tirk ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Li dijî van binpêkirinan girtî jî bê rê û rêbazên cuda çalakiyan li dar dixin. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 5 girtî ji 24’ê hezîranê ve li dijî binpêkirina mafan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Têkildarî mijarê girtiyê bi navê Kasim Karataş li ser telefonê bi keça xwe Gulistan Karataş re axivî û da zanîn ku rêveberiya girtîgehê daxwazên wan bi cih nayîne. Karataş diyar kir heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê hinek girtiyên din jî tev li grevê bibin.

Karataş destnîşan kir ku ji roja şemiyê û piştre dê girtiyên bi navên Hîdayet Duger, Hidir Demîrtaş, Erkan Bayram, Mehmet Tahîr Ozcan û Rêber Varhan jî beşdarî çalakiyê bibin. Di 24’ê hezîranê de jî girtiyên bi navên Îlyas Yeşîlçayir, Ahmet Sabaç, Emrullah Oruç, Serhat  Bulut û Bahtîyar Aygûn dest bi grevê kiribûn.

Daxwazên girtiyan wiha ne:

* Bila pirsgirêka avê bê çareserkirin.

* Girtî divê bên dermankirin.

* Divê lêgerîna tazî bi dawî bibe.

* Bila girtiyên ku cezayên wan qediyane bên berdan.

* Kiryara lêgerîna li qawîşan a hefteyê du caran divê bi dawî bibe.

* Divê amûrên hîjyenê bidin girtiyan.

* Hewceye saetên hevdîtinê bên sererastkirin.

* Divê heqê me yê spor, civat û atolyeyê bidin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar