Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32’yan de ye

Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji bo pêkanînên Rewşa Awarte bi dawî bibin girtiyan di 14’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32’yan de ye. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Kûdret Temel anî ziman ku polîtîkayên zext û zoriyên li ser civakê sîrayetî girtîgehan jî kiriye û diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazine mafdar û rewa ne û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin.

Temel bi bîr xist ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên qanûnî ne û got ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê Rewşa Awarte hatibû îlankirin lê belê piştî demekê bi dawî bûbû û lê li girtîgehê hîn jî Rewşa Awarte didome û wiha domand: “Girtiyên siyasî tên îzolekirin. Tecrîda li ser girtiyan, lêgerînên kêfî bi dawî bibin û dema hewadariyê bê zêdekirin. Xwarina kesekî didin 5-6 kesan. Xwarina tê dayîn jî carinan nayê xwarin. Gelek pirsgirêkên bi vî rengî hene. Ji bo ev prisgirêk bên helkirin gelek caran bi rêveberiya girtîgehê re axivîne. Lê belê girtîgehê xwe nebihîstinê daniye.”

‘Berî ku cenaze derkevin…’

Temelî xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha got: “Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve. Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin. An jê wê cenaze ji girtîgehan derkevin.”

Her wiha Temel bal kişand ser kapasîteya girtîgehê jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qawîş tije ne. Hin girtî li erdê, hin jê jî li ber lavaboyê radikevin. Êdî cihê wan ê razanê jî tuneye. Pîvana navbera fizîkî li girtîgehê esas nayê girtin. Gava girtî nexweş dikevin jî wan nabin nexweşxaneyê. Piştî parêzer an jî malbat serlêdanê dikin hîn wê çaxê wan dibin revîrê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar