Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Yewnanistanê greva kedkaran

Li ser banga sendîkayên sektorên taybet û gihandina giştî, li Yewnanistanê li dijî pêşnûmeqanûna der barê bazara kar de, ji bo 24 saetan grev hate kirin

Hikûmeta muhafazekar a Kyrîakos Mîçotakîst bi îdiaya geşkirina aboriyê, dixwaze bi armanca bazara kar pêşnûmeqanûneke derxîne. Hikûmeta rastgir ku di meha tîrmehê de hatibû ser kar, ev cara duyemîne ku dibe sedema grevan.

Ji ber grevê, keştî li keştîgehan man, çûnûhatina keştiyan a di navbera behrên Ege û Iyonyayê de sekinin. Her wiha li paytext Atînayê jî ji ber greva xebatkarên metroyê, trafîk felc bû. di heman demê de ber bi danê sibehê ve jî xebatkarên otobûs û tramvayan kar sekinandin. Sendîkayan van sektoran xwestin ku peymana giştî were îmzekirin.

Li ser banga Poesy, Federasyona Nûçegihanan ji bo 24 saetan nûçegihanî rawestand. Her wiha sektora bankayê jî kete grevê û îro banka venekirin. Rêya trênê jî ji grevê bi bandor bû. Xeta trênê ya di navbera Atîna û balafirgeha navneteweyî ya Eleftherîos Venîzelosê de, heta roja pêncşemê saet 03.00’yan hate birîn.

Konfederasyona Xebatkarên Sektora Taybet Gses jî bi armanca şermezakirina rakirina peymanên giştî û desteserkirina sendîkayan heta paytextê meşiyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sendîka, qanûneke ku di meha tebaxê de li parlamentoyê hatiye pejirandin protesto dikin. Bi qanûna navborî re dê avêtina karkeran a ji sektora taybet hêsantir bibe.

Konfederasyona Xebatkarên Sektora Cameweriyê Adedy jî bang kir ku di nîvroya roja çarşemê de kar were rawestandin. Li ser banga sendîkayê di roja sêşemê de jî nexweşxane, dibistan û dadgeh felc bibûn û nêzî 7 hezar mirov derketibûn kolanan. ATÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar