Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Greva Leyla Guven ket meha 4’emîn

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 3 meh in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û grev ket meha 4’emîn

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye 3 meh (90 roj) li pey xwe hişt û ket meha 4’emîn.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan ku bi pêşengiya Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Fransa, Kanada, Galler, Mexmûr, Şengal, Silêmaniyê didome. Çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 77’an de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbourg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 51’an de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 52’yemîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

Berxwedan li malê didome

Leyla Guven, di danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de ku tu kes beşdarî danişînê nebû ya 25’ê çile di roja 79’an de hat berdan. Ji ber ku daxwazên Guven pêk nehatim, li malê çalakiya xwe berdewam kir û 90 roj li pey xwe hişt.

Li avahiya KCD’ê nobeta grevê

Piştî Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe berdewam kir, li avahiya KCD’ê ji bo piştgiriya çalakiya Guven li avahiya KCD’ê nobet hat destpêkirin. Parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê di 31’ê Çile de dest bi nobetê kirin û 6 rojin her rojê 2 parlamenterên HDP’ê li avahiya KCD’ê Nobetê digire. Car caran Guven bi rêya 3G beşdarî çalakiyê dibe.

Her êvar gel dimeşe mala Guven

Li gel nobetê bi banga HDP’ê her roj saet di 20.00’an de girse dimeşe ber mala Guven û bi çalakiya dengderxistinê piştgiriyê didin Guven. Guven ji paceya mala xwe gel silav dike. Guven ku 90 roj in di grevê de ye bi zahmetî dikare avê vexwe û tenduristiya wê her ku diçe xerab dibe û heta niha 11 kîlo kêm kiriye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar