Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Guh bidin qêrîna Leyla Guven’

Înîsiyatiya Grevên Birçîbûnê ya Girtîgehan ji bo bal kişandina çalakiya Leyla Guven û girtiyên din, li Gebzeyê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku divê her kes guh bide qêrîna Leyla Guven

Înîsiyatîfa Grevên Birçîbûnê ya Girtîgehan ji bo bal kişandina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê ev 69 roj in daye destpêkirin û li gelek girtîgehan bi heman armancê hatiye destpêkirin, li Gebzeyê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglu axivî. Gergerlîoglu bal kişand ser çalakiya Guven û diyar kir ku Guven ne ji bo wekîltiyê, ji bo tecrîda li Îmraliyê rabe dengê xwe bilind dike û wiha got: “Heqê wê yê parlamenteriyê hate desteserkirin, ew ne li pey parlamenteriya xwe ye. Li pey daxwazeke birûmet û bişeref e, li pey jiyaneke bi aştî û biratiyê ye.”

Gergerlîoglu bi bîr xist ku greva Guven ket roja 69’an, ev ji bo mirovan sînorekî xetarnak e, her wiha diyar kir ku 236 girtî ketine greva birçîbûnê û wiha domand: “Dengê berxwedana bi rûmet a Leyla Guven bibihîzin, ew ber bi mirinê ve diçe û heke tecrîd ranebe şertên li Îmraliyê baş nebin, Guven û 236 girtiyên li zindanan dê jiyana xwe ji dest bidin.”

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Li ser navê înîsiyatîfê jî Yasemîn Uçer axivî û da zanîn ku pergala tecrîda teqez a li Îmraliyê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, li cîhanê mînaka wê tune ye û ev yek sûcekî mezin e.

Di axaftina xwe de Uçer têkildarî çalakiya Guven destnîşan kir ku êdî ketine rojên wiha ku vegera wê zehmet e û bang li rêxistinên demokratîk kir ku guh bidin qêrîna Leyla Guven.

Her wiha Uçer herî dawî diyar kir ku bi berxwedana zindanan û derve dê dawî li tecrîdê were. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar