Li gorî lêkolînekê guhên sorfê yên Neandertalan hebûne ku di zimanê tibî de jê re exostosîs tê gotin
Exostosîs li qadên cemed bi wan kesan re ku spora avê dikin geş dibe.
Bi Nandertalan re ku beriya niha 40 hezar salî ji qada dîrokê rabûn, guhê sorfê geş bûbûn. Lê ne ji bo ku bi dîtina pêleke baştir da ku sporê bikin lê ji bo ku bêhtir xwe dabûne ser girtina masiyan ev peresan bi wan re çêbûbû.
Ev encam di lêkolînekê de ya di kovara PLOS ONE de cih girt. Zîrektiya girtina masiyan a mirovên beriya dîrokî, nîşan dide ku kêm jî peresaniyek jiyabûn.
Yek ji nivîskarê sereke yê lêkolînê Erîk Trankaus ku ji AFP’ê re axivî, ev tişt anî ziman: “Bûyîna xwedî teknolojiyeke diyar, zanîna bê ka masî wê kengî ji çêm derbas bibe an jî nêzî perevê be, reftareke pir geşbûyî ye.”
Lêkolînêrê Zanîngeha Washîngtonê ya li St. Luîsê Trînkaus û hevpîşeyên wê yên li Boreaux a Fransayê Sebastîen Vîllottte û Mathîlde Samsel bala xwe dane ser qenalên guh 77 Neandertalên ku baş hatibûn parastin û yên Homo Sapîensen pêşî yên ku li Ewropa û Rojavayê Asyayê hatine dîtin.
Di bermahiyên 23 Neandertaaln de ku yên beriya niha bi 40 hezar û 70 hezar salî bûn, guhê sorfê hate tespîtkirin. Li gorî mirovên modern ev rêjeyeke pir zêde ye.