Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Guherîn tenê bi ‘Rêya Sêyemîn’ pêkan e

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku tu hikûmetên HDP ne di nav de nikarin veguherînê pêk bînin û wiha got: “Li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn tenê bi Rêya Sêyemîn pêkan e.”

Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu têkildarî terikandina Maseya Şeşling û dîsa vegerê ya seroka giştî ya partiya Îyî Meral Akşener, namzetiya serokkomariyê ya serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û rewşa Tifaqa Milet û Tifaqa Ked û Azadiyê  de axivî. Kurkçu got ku Akşener piştî mudaxileya dewleta kûr û hêzên navneteweyî dîsa vegeriyaye Maseya Şeşling û wiha got: “Ev pêvajo, pêvajoya întîharê bû. Bi vegera Akşener re êdî Tifaqa Milet bi mutabaqeteke ‘pînekirî’ didome.”

Armanca Akşener

Kurkçu, diyar kir ku sedema terikandina maseyê ya Akşener, nakokiyên navxweyî yên Maseya Şeşling bû û wiha got: “Ev hewldana Akşener, gava pêşengeka bêzar bûyî bû. Bi vê liv û tevgerê re kapasîteya afirandina demokrasiyê ya maseyê jî aşkere bû. Ji ber ku bi gava Akşener re hinek dînamîkên di nava Partiya Îyî de ku ji bo namzetiya Kiliçdaroglû bêdeng bûn jî xist nava liv û tevgerê. Kiliçdaroglû kurdekî elewî ye û gotina wî ya ‘Tiştên aydê gel dê li gel bên vegerandin’ jî rê li ber sînerjiyekê vekir. Lê belê li Maseyeke Şeşling a ku êdî ketine qirika hev û dînamîkên xwe yên navxweyî bêza kirî vegeriya.”

Mutebeqeta ‘pînekirî’ nikare ji pirsgirêkan re bibe bersiv

Bi domdarî Kurkçu destnîşan kir ku hewayê guherînê yê di nava gel de hatiye afirandin, bi hemleya Akşener re berovajî bûye û wiha pê de çû: “Vê hemle Akşener, ya  di nava gel de rê li ber nêrîneke neyînî vekir. Dema em li tevahiya bûyeran dinihêrin tiştekî wiha derdikeve holê; Meral Akşener ku xwe weke qeyûm li maseyê tayîn kiriye, du şaredar weke namzetên serokkomariyê xistin hilbijartinê. Wê demê partiyên din ên ku xwe weke cîgirên serokkomar didîtin jî dipirsin ‘gelo dê çi bibe.’ Di halê hazir de mutebeqeteke ‘pînekirî’ heye.”

Tenê HDP dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike

Di berdewamê de Kurkçu anî ziman ku ji bilî îktîdara gel tu tiştek nikare aştî û azadiyê bîne Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bêyî HDP’ê nikarin tu tiştekî bikin. Maseya Şeşling hêj jî li dijî dîktatoriyê hêzeke lê hêza îradeya veguherîneke demokrasiyê ya xurt hatiye qelskirin. Niha di rewşeke nebaştir de dikevin hilbijartinê. Bendewariya me ya ji vê hilbijartinê ne ew e ku hikûmeteteke rizgariyê derkeve holê. Ji ber ku tu hikûmetên HDP ne di nav de, ne dikare bibe hikûmeta rizgariyê û ne jî dikare bibe hikûmeta selametê. Li gorî min tenê HDP dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike, demokrasiyê pêk bîne û rê li ber aştiya civakî veke.”

Stratejiya rast tifaqa ‘rêya sêyemîn e’

Kurkçu, destnîşan kir ku divê bawerî bi hêzên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin hebe û wiha bi dawî kir: “Ev tifaq, di halê hazir de tifaqa hilbijartinê ye. Mirov hîn nikare bibêje tifaqeke stratejîk e. Heman tişt bo tifaqên din jî derbasdar in. Li Tirkiyeyê derfeta veguherîneke rasteqîn, tenê bi stratejiya Rêya Sêyemîn pêkan e. Bi Rêya Sêyemîn em armanc dikin ku tifaqeke hemû bindestên Tirkiyeyê digire nava xwe û bi veguherîneke radîkal, demokratîk komara sosyal ava dike. Ji bo pêkanîna vê armancê jî divê xwe bigihîne beşekê civakê ya pir mezin. Ji bo vê jî divê ji ewil rejîma zextker û têkiliyên civakî yên dejenerebûyîn bên guhertin. Tu hikûmetên ku HDP di nav de nebe, nikarin li Tirkiyeyê veguherîneke rasteqîn pêk bînin. HDP, tê wateya du dînamîkên veguherînê yên girîng. Ya yekemîn gelê bindest anku kurd, ya duyemîn jî zayenda bindest kurd û xizan in. Bi azadbûna kurdan, bi xweserbûna wan, tayînkirina qedera xwe û bidestxistina hemû mafên demokratîk re dê rêya avakirina îktîdara gel vebe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar