Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guherîna avhewayê

Di nav wan rojan de dîsa guherîna avhewayê bû mijarek sereke ya cîhanê. Bandora guherîna avhewayê ne tenê bilindbûna germahiyê ye. Ekosîstem û civakên mirovan ji ber faktorên hewayê yên wekî zuwa, lehî, bahoz, bilindbûna okyanûsê, helandina qeşayê di bin metirsiyek cidî de ne.

Heftên borî dîsa li almanya, Belçîka û Hollanda lehî çêbûn. Ji bilî zirarên malî, heta niha li wan her sê welatan ziyanek mezin heye, tenê li Almanya 150 kesî jiyana xwe ji ber lehiyê winda kirin û hezar kesî zêdetir winda ne.

Dimenên ku me di filman de didîtin vê heftê li Eyaletên Almanya, li hinek deverên Belçîka, Hollanda û Luxemburgê qewimîn. Erd qelişî û xanî hilweşiyan, lehiyê li nivê kolanan xist û bi xwe re bir.  Gelek kes di nav avê de man û xeniqîn, xanî tije av bûn seyare di nav avê de herikîn û perçe bûn.

Lê tu kesî nikarîbû tu tiştek bike, weke kabûsek were jiyîn. Barana sê mehan di nav rojek re barî. Ava çeman bilind bû, çemên ku avbilindiya wê 1-1,5m bûn, bi lehiyê re bûn 3,77m. Hin ji alikarî xwe negihandiyê hemû gundan. Ceyran tuneye û gelek deveran şebeka nakşîne.

Gelek kes bê mal man, ji ber hidroelektîrîkê gelek dever jî hatin vala kirin. Tîmên rizgarkirinê û bi hezaran dildar lêgerin dikin da ku kesên winda xelas bikin.

Li aliyek pandemî li aliyê din lehî û bûyerên wek şewata daristanan, zuwa, têkçûna berhaman di demek de tê jiyîn, ev bûyer wê demên pêş me zêdetir bin. Li Kurdistanê jî îsal li gelek deveran hişkayî hebû, ji ber vê yekê hatina berheman kêm e. Dîsa ji vê hîşkesaliyê kesên ku debara xwe pê dikin bandor dibin li aliyê din her tişt ji ber kêmbûnê bûha dibe.

Guhertinên avhewa her dem hene. Berê, ev guherînên avhewa xwezayî hêdî bûn. Ji ber vê yekê xwezayê têra xwe dem hebû ku xwe bi şert û mercên nû re biguherîne.

Lê niha rewş cûdaye her ku diçe rewşa avhewayê xerabtir dibe, bandora mirovan li ser vê yekê zêde ye. Tê pêşbînîkirin ku ev zêdebûn dê bi siyaset û kiryarên heyî berdewam bike. Di vê hêlê de gelek hişyarî hene ku zêdebûna germahiyên navînî dê di 2060‘an de digel rêjeya niha ya zêdebûna belavkirina karbondîoksîtê bigihîje 4 °C, ew diyar dike ku bandorên vê zêdebûnê dê bi taybetî ji hêla xizanan ve bêne hîs kirin.

Guhertina avhewa rastiyek tal e, lehiyê vê yekê careke din bi rengek tund nîşanî me da. Pêdivî ye ku parastina avhewa û adaptasyona guherîna avhewa di her astê de pêşengiya herî bilind be. Têgihîştina ‘Bajarê Sûnger’  (Sponge-City) li gelek deverên cîhanê ku xetereya lehiyê lê heye xwe ispat kiriyê. Parastina li hember van bûyeran encax bi modelên binesaziya nûjen dikarin pêk bên. Mînak divê ji bo vê bajêr neynê beton kirin, wê demê dema bajar ji nû ve kesk dibin dibe ku germahiya herêmê heya 3 pîleyî dakeve.

Li ser rûyê erdê 7,9 milyar mirov hene. Lê belê, ev mirov li gerstêrkê nebatên hene û ajalan hene tune dikin.  Mirov dijminatiya zindiyên din û pêşiya krîzan nû vedikin. Heya mirovahî xwe xwediyê her tiştî bizanibê dê ev pirsgirek nikaribe bê çareserkirin.

Bi heviya ku pêşiya wan krîza bên girtin nivîsa xwe bi dawî dikim û ji kesên ku xizmên wan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji bo birîndaran şîfayê dixwazim.

Nûçeyên Têkildar