Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Guherîna hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan  re pêk hat

Ebdusetar Hec Hisên dema bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya asoyên wî yên kesayeta neteweyî ya Erebî fireh bûn, bi wê re fikirandina wê ya li ser doza gel ber bi fikirandina bi doza tevahî gelên bindest ve hatin guhartin.

Hevdîtinek bi Rêber Abdullah Ocalan re jiyana wî guhert

Di dawiya salên 1980ˊî de kesayeta neteweyî Ebdusetar Hec Hisên ê ji gundê Ereb Hesen ê kantona Minbicê yê ji Eşîra El Xerac a Ereb û wê demê endamê Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû, di şahiyeke Partiya Komunîst a Sûriyeyê li Şamê de bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya.

Di hevdîtinê de gelek nîqaş li ser gelek mijaran hatin kirin û wê jî hişt ku bawer be fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest e û dê li tevahî cîhanê belav be, azadî û aştiyê peyda bike û gelên bindest rizgar bike.

Li ser kêliya Ebdusetar Hec Hisên bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya wiha got: “Di dawiya salên 1980ˊî de bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyam, wê demê ez tedv li Partiya Komunist a Sûriyeyê bûm. Ew yek dema li Şamê şahiya partiyê hebû û Rêber Abdullah Ocalan jî hazir bû. Min di şahiyê de Rêbertî nas kir û me der barê gelek mijaran de nîqaş kir.”

Li ser hûrgiliyên hin nîqaşên çêbûne Hec Hisên ku niha endamê komîna gundê xwe ye wiha domand: “Me di nîqaşên xwe de behda rewşa herêmê û navneteweyî ya giştî kir, her wiha behsa rewşa Sûriyeyê û dewletên Ereban kir. Li kêlek wê jî me hin mijarên siyasî û partiyetê nîqaş kirin.”

Hec Hisên wiha pê de çû: “Min tiştê ji gotinên Rêbertî nas kirine, ew e ku em pişta xwe bidin çareseriya siyasî û têkoşîna ji bo aştiyê. Çareseriya siyasî ji bo tevahî krîzan dûrî şer rêya herî guncaw e. Min wê demê nas kir ku ew Rêberekî mirovî û siyasî ye û axaftinên wê bi armanc û kûr in.”

Hec Hisên der barê mijarê de wiha got: “Armanca Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna di oxira tevahî gelan de ye. Di nîqaşên me de bi navê neteweya Kurd nediaxivî. Ew Rêberekî neteweyî ye û tenê di çarçoveya neteweya kurd de nedifikirî. Lê belê ji wê zêdetir difikirî; bi tevahî gelan difikirî, mîna Che Guevara û Nelson Mandela.”

Hec Hisên wiha berdewamî da gotina xwe: “Rêber Abdullah Ocalan bi xwe nedifikirî, lê belê bi tevahî cîhanê difikirî. Axaftinên wî ji bo tevahî gelan bûn.”

Hec Hisên anî ziman ku di nîqaşên navbera wan û Rêber Abdullah Ocalan de hate diyarkirin ku ew xwedî pêşerojeke ronî ye û hewl dide hemû gel mafên xwe bi dest bixin û her pêkhateyek taybetmendiyên xwe bi dest bixin.

Der barê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de Hec Hisên pirsî û wiha got: “Ka NYˊyê û rêxistinên mafên mirovan. Ev mirovekî mezin, xwedî fikrên aştî û biratiyê ye, divê bi awayekî fizîkî azad be. Ji ber ku fikrên wî yên azad li tevahî cîhanê belav bûne.”

Hec Hisên bang li gel, bi taybet ciwanan kir ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin û xwe di fikrên wî de kûr bikin heta tevahî cîhana heyî tê guhartin, pêşerojeke baş ava bikin.

Ebdusetar Hec Hisên di dawiyê de hêvî kir ku careke din bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar