Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guhertina civakê

Cihê ku lêpirsîn hebe li wir guhertin çêdibe, heger lêpirsîn tunebe tu guhertin çênabe. Ev ji bo her qadê jiyanê derbas dibe û ji bo hemû kesayet û civakan wisa ye.

Lêkolîna sîstematîk a zanistî ya li ser civakê nîşan dide ku hemû civakên mirovî ji ber faktorên cihereng guherîn çêkirine. Di her civakê de, di nav pêvajoyên geşedanên dîrokî de, şaristanî, çandî û olî de bi ketina têkiliyê re, guherînên civakî, çandî çêbûne û dê çêbibin jî.

Lê ya girîng ew ê ku ev guhertin bi kîjan rêbazan çêdibin. Ev bi rêbazên demokratîk in an yên zorî ne. Di guhertinên demokratîk de plankiri rêgez, form tên destnîşankirin, di vir de hemû sazî û taybenmendiyên civakê di ber çav de tên derbaskirin. Di dema plansaziyê de hemû nirxên civakî, bawerî û adetên civakê tên hesibandin.

Di rêbaza guhertina ne demokratîk de guhertin bi zordariyê çêdibin, wek li Tirkiyeyê.

Pergala ‚Guhertina bi zordariyê‘ li Tirkiyeyê herdem di meriyetê de bû lê wan salên dawîn xwe gihandiyê astekî xeternek. Guhertina bi zordarî bi plansaziya navendî yan jî yekkesî pêk tê. Li Tirkiyeyê hemû sîstem bi rejîma yek zilamî ango otokrasiyê tê birêvebirin. Rejîma yek kes vîna gel nas nake û gorî berjewendiyên xwe tevdigere, hemû zagonan binpê dike yan jî dezgehên dewletê dibin tesîra xwe da dihêle.  Li ser civakê zextên cûrbecûr pêk tîne û civak wisa bê îdare dike.

Armanc ew ê ku bandorek li hêza guherînê bike û xwe zûtir bigihîne hedefa xwe. Di hemû civakên ne demokratîk de rêbaza tirsê, şikandina vîna gel û sînordarkirina azadiyên civakê hene. Bi vê rêbazê desthilatdar dixwazin civakê gorî planên xwe biguherînin. Ev guhertin ji hêla hikûmetên totalîter ên otokrat re hatîne pejirandin.

Cihê ku bikaribe bi rêya xapandina baweriyê dike, cihe ku bikaribe bi rêya xapandina çandî dike û wisa xwe li ser pêyan digire. Bi propagandayan emrê xwe dirêj dike, bi destê çeteyên xwe êrîşê keseyetan an jî partî û rêxistinan dike. Hedefan nîşan dide û li ser van hedefan mirov tên kuştin.

Vîna gel nahesibîne û partiyên ku bi milyonan endam û dengên wan hene, hedef nîşan dide. Bi vê yekê dibêje ji min bitirsin. Lê em hemû jî dizanin ku ev bixwe ji civaka azad ditirse, ji îradeya jinan ditirse. Tirsa wî ji hilweşandina qesra wî ye. Tirsa wî windakirina otokrasiya wî ye. Ji ber wê yekê evqas êrîş dike.

Divê li hember wan êrîşên desthilatdariyê jî, hêzek xurt hebe. Ev hêz jî hêza gel e.

Di nav hemû civakê de li hemberî pergalê nerazîbûn hene lê mixabin ev nerazîbûn tenê bi gotinan dimîne. Em dikarin bêjin herkes dixwaze ev pergal bê guhertin lê mîna ku her kesek li benda sêhreke be, sêrbaz were û bi çend gotinên xwe yên hokus û pokus guhertinê bike û me ji rewşa heyî xelas bike.

Naxer em hemû jî dizanin ku alternatîfek me yê wîsa nîne, divê em rê û rêbazên guhertinê bi hevre diyar bikin. Ev jî bi hevre axaftinê, bi parastina destkeftiyên me û bi yekitiyê çêdibe. Bi zanebûna gel, rexistinbûyînê û xalên me tînin gel hev çêdibe.

Divê em ji êşê netirsin, ev êş derbas dibe lê heger em ji bo guhertinê gav navêjin û erka xwe bicih neynin em ê herdem poşman û poşman bin.

Ji êşê netirse, êş derbas dibe lê poşmanî tu car derbas nabe!

Nûçeyên Têkildar