Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Guhertoyek ji çîroka Kawayê Hesinkar û Cejna Newrozê

Berî zayinê di sala 612’an de, li welatê dapîr û bapîrên kurdan kraleke pir zordar û zilmkar hebûye. Navê wî Deheq bûye. Wî li welatê kurdan gund û bajarên kurdan wêran kiriye.  Zindanên wî bi girtiyan tim dagirtî bûne û celadên wî ji birîna serê mirovan têr nebûne. Deheq bi awayekî bixwe bawer, tim rûdinişt zêr, zîv, kevirên giranbuha, morîk û mircanên xezîna xwe dijmart. Bi hespê xwe yê rewan û bi esilê xwe fortên xwe davet. Tu kes jixwe mezintir û di ser xwe re nedidît, kuştin û wêrankirin weke karê wî yê rojane bû.

Dixwest hemû deveran bigire bin serweriya xwe û talan bike. Şevekê Deheq xewneke xirab dît û Nîvê şevê ji ber êşeke dijwar şiyar bû, gazî zana û bijişkên xwe kir û ji wan re got: “Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin an ez ê serê we hemûyan jêkim.”

Hekîm û bijîşkên qesrê li laşê Deheq nêrîn, çavên wan bi du birînên li ser milên wî ketin. Tev bi hev re matmayî bibûn. Ji ber ku heta wê rojê ne birîneke bi wî rengî dîtibûn ne jî êşeke wisa bihîstibûn. Lê Deheq ji ber êşa laşê xwe bi ser wan de dikir qêrîn. “Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane!

Zû dermanekî ji min re peyda bikin. Ez peritîm,ez şewitîm! Hûn bijîşk û hekîmên herî baş û şarezan in. Ma hûn ji vê êşa dijwar re derman peyda nekin wê kî peyda bike?” Hekîmekî ji wan re got: “Heta niha min birîneke wiha ne dîtiye û ne jî bînaya. Dibe ku mêjiyê teze dikaribe bibe dermanê van birînan.”

Ev gotin ji Deheq re bû hincet ku mêjiyê keç û xortên nûhatî bike derman û bide ser birînên xwe. Wî ferman kir ku her roj mêjiyên du keç û xortên ciwan bînin bikin melhema ser birînên wî, ku bibûn wekî du marên devê wan vekirî.

Bi vî awayî rojê bi mêjiyê du keç û xortên nûhatî kulên ser milên Deheq dihatin dermankirin. Lê gelek kesan ji bo ku zarokên xwe rizgar bikin ew dişandin çiya. Her roja derbas dibû, çiya bi mirovên ku ji ber zilma Deheq direviyan tije dibû. Jiyan di şikaftan de berdewam bû. Demeke dirêj derbas bû, lê belê birînên ser milên Deheq bi hev ve nekeliyan, her ku diçû xerabtir dibû. Agir ji devê Deheq dibariya. Tirs ketibû dilê hemû kesan. Ji tirsa ku, dê kengê dor bê zarokên wan, xew nediket çavên dayik û bavan. Tu hêza ku pêşî li vê zilm û zordariya Deheq bigirta tunebû.

Kawa kurdekî hesinkar bû, zarokên wî jî ji birînên ser milên Deheq re bibûn qurban. Kawa, bi fikara qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re zilma Deheq vegot. Plana kuştina Deheq bi wan re parve kir. Hemû kesan fikir û planên Kawa pejirandin û li benda wî man.

Kawa gotibû “dema ku ez Deheq bikujim, ez ê derkevim ser qesra wî û agir pêxim. Dema ku we agir dît, bizanibin ku min Deheq kuştiye”. Kawa ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kiribû û bi awayekî veşarî li wan belav dikirin. Gava ku leşkerên Deheq hatin ku kurê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got: “Hûn herin, ez ê bi destê xwe kurê xwe bînim û bikim qurban.”

Gava ku leşkeran ev xeber gihandin Deheq, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî man li rêya Kawa. Kawa çakûçê xwe girt destê xwe, bi destê kurê xwe girt û berê xwe da qesra Deheq. Gava gihîşt ber derî, leşkeran ji wî re derî vekirin. Kawa rast berê xwe da cihê ku textê Deheq, ku Deheq lê rûniştî bû. Deheq ji Kawa re got: “Tu qehremanekî bêhempa yî. Tu nîşana fedakariyê yî.”

Kawa piştî gotinên Deheq bêtir nêzî wî bû, bi çengê kurê xwe girt û li ber lingên Deheq dirêj kir, çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê kurê xwe bide, bi hemû hêza xwe li serê Deheq de lêxist. Taca serê Deheq gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî dema ku dîtin Deheq bi rastî jî mir, kêfa wan hat û yên mayî jî ji desthilanînê ketin û teslîm bûn.

Kawa bi destê kurê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê, agirekî gur û geş li wir dada. Gava gelê li çiyê agirê azadiyê dît, fêm kir ku plana Kawa bi ser ketiye, Deheq hatiye kuştin û dawiya zilm û zordariyê hatiye. Gelê ku li benda dîtina agirê nîşana azadiyê bû jî, li ser çiyê agirê azadiyê pêxist.

Belê, wê êvarê ne tenê li çiyayan, li her aliyê welêt agir hat dadan, gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welat jiyaneke nû û azad dest pê kir. Roja din gel xemla xwe girêda û kom bi kom li seyrangehan civiya, kêf û şahî lidar xist.

Ew roj, roja 21’ê Adarê bû

Ji wê rojê û vir ve, 2634 sal in ku roja 21’ê Adarê weke Neweroz ango weke cejna yekîtî, berxwedan, vejîn û azadiyê tê pîrozkirin.

Belê, demsal dîsa bihar, meh dîsa meha adarê ye, Deheqên vê demê dîsa li ser kar in. Lê, vê carê kurd pêkanîn û serpêhatiyên ku di herikîna dîrokê de weke çarenûseke reş li ser wan hatibû ferzkirin, dê bi tecrûbeyên têkoşîna xwe ya bi dehan salan berovajî bikin. Dê 21’ê Adara 2022’yan li gorî wateya wê bikin roja serhildan, berxwedan û vejînê û bibêjin:”Ey cîhana ker û kor! Ey cîhana (qaşo hemdem). Em neviyên Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza û Qazî Mihemed in. Me xewn û xeyalên wan pêk anîn û ew fedîkar dernexistin. Em ê bi çanda têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan, Zîlan, Bêrîvan û Bêrîtanan, Arîn û Awestayan li ser axa dapîr û bapîrên xwe ji bo çand, ziman, nasnameya azad û jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe ya rûmeta mirovahiyê bi israr û biryardarî bimeşînin.

Ev Adar û Newroza 2022’yan ji bo gelê kurd û azadiya Rêberê gelê kurd gelek girîng in. Ji ber vê jî, divê gelê kurd ên ji heft, heta heftê saliyan biherike qadên Newrozan, daxwazên xwe yên herî rewa û bingehîn ên aştî, azadî, wekhevî, xuşk û biratiya gelan û jiyaneke bi rûmet, bi awayekî bilind biqîre û dengê xwe bigihîne çar aliyên cîhanê û bêje “Heta ku zilma  Deheqan hebe, dê têkoşîna Kawayên Hemdem her berdewam be.”

Bi hêviya siberojeke ronî û Newrozên Azad, Newroza 2022’yan li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz be…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar