Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Gulan û Kurdistan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Têkiliya meha Gulanê û Kurdistanê, di astek bilid de ye. Ji du aliyên pir watedar û girîng ve peywendî heye. Hem şehadet û hem berxwedanên gelek mezin, di vê mehê de pêk hatine. Lewma ji aliyê Tevgera Azadiyê ve, bi navê Meha Şehîdan hatiye pejirandin û ragihandin.

Bêgûman aliyê vê heyvê yê cîhanî jî heye. Mînak, 1’ê Gulanê; roja karker û kedkarên cîhanê ya yekitî, piştgirî û têkoşînê ye. Têkiliyên vê roja girîng jî bi Tevgêra Azadiya Kurdistanê re gelek heye. Jixwe ji ber vi aliyê wê yê xurt ve, jê re te gotin, ne bi tenê tevgerek neteweyî ye û armanca wê, ne bi tenê rizgarî û azadiya Kurdistanê ye, belê di heman demê de tevgerek navneteweyiye jî.

Bi hinek mînakên derketine pêş, mirov dikare vê mijarê wisa şîrove bike.

Hema di despêkê de, ji ber ku roja yekemîn e jî, ka em ji 1’ê Gulanê destpê bikin.

Mitînga 1’ê Gulanê ya herî mezin a destpêkê ku di 1977’an de li Taksîma Stenbolê pêk hat û di encama provakasyonek mezin a dewletê de 37 kes hatin kuştin. Piştî vê, carek tenê dîsa li Taksîmê û çend caran jî li Îzmîrê û çend bajaran mitîngên 1’ê Gulanê hatin çêkirin û êdî sal bi sal lawaztir bû li Tirkiyeyê.

Hema sala piştî wê di 1978’an de, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve, li bajarê Êlihê mitînga 1’ê Gulanê hate lidarxistin.

Taybetmendiya vê mitîngê ev bû; cara yekemîn e ku hem 1’ê Gulanê hem jî bi giştî, di astek wisa berfireh de û ji aliyê tevgereke kurdistanî ve bi tenê tê kirin.

Li aliyê din, ji ber wê provakasyona Taksîma Stenbolê û piştî wê jî dewamkirina êrîşên dijwar ên dewletê, tirs zêde bû û hêviya beşdariyek mezin nedihat kirin. Di destpêka mitîngê de, ew kesên xwe nêzî tevgerê didîtin ên li Batmanê û yên ji bajarên derdorê hatibûn tenê meşiyan. Gel bi tenê ji dûr ve temaşe dikir.

Piştî mitîngê me bihîst ku dewletê propagandeyek xerab belav kiriye; xwedêgiravî “bi dehan kesên Apocî bi keleşînkofan li der dorê digerin û ew ê şerekî mezin derkeve” û hwd.

Lê ev taktîkê dewletê pûç derket, ji ber ku nêzî nîv saetê meş çêbû, tu şer û keleşînkof nehat dîtin û li gel vêna şîarek/dirûşmeyek gelek xweş û bi bandor, bê westan û bê navber hat qîrîn: Gelê me wer cem me! Kêlî bi kêlî, yeko yeko welatparêzan xwe nêzî refê meşê kirin û her çû zêde bûn. Heta navenda mitîngê; Li Meydana Komarê, hejmara gel ji ya beşdarên destpêke zêdetir bû, kurt û kurmancî mitîngek encamgir û hêjayî pesindariyê pêk hat.

Hevalê Mazlum Dogan, peyama mitîngê nivîsî bû û Salih Ozdemîr jî bi kurdî xwend. Ji ber ewlekariyê, Heval Mazlum, ji navenda mitîngê ji aliyê hevalan ve hate dûrxistin.

Li pey vê mitînga 1’ê Gulanê heta roja îro, êdî ger were gotin, hem navenda bîranîn û pîrozbahiyên rojên weke 1’ê Gulanê û hem jî bi giştî qada têkoşîna şorgeşgerî bû Kurdistan!

Li aliyê din, gelek çalakî û şehadetên pêşengên Tevgera Azadiyê di Meha Gulanê de pêk hatine. Di 18’ê Gulana 1977’an de, yek ji pêşêngê vê Tevgerê Hakî Karer şehîd bû. Li gorî Rêber Apo jî digot, bi vê êrîşa dewletê ya bi şehadeta Hakî re, êdî ev dibû qonaxa biryardayîna bingehîn; ya ew ê weke bernavê xwe, li ser tolhildana vî hevalî, ew ê biryara têkoşîna heta encamgirtinê bidomîne bidin, an jî bitirsin û dev ji şoreşgeriyê berdin! Bêgûman bi biryara yekemîn meşiyan, da ser şopa şehîdên xwe, her wiha ev heyv kirin “Meha Şehîdan”  naveroka vê tevgerê ya navnetewî jî diyar kirin. Ji ber ku Hevalê Haki, ji netewa tirk bû.

Li ser vê şopa şehîdan û felsefeya Rêber Apo, karwanê şoreşê meşiya û êdî ne şoreşa Kurdistanê bi tenê, barê şoreşa tirkî jî hilda ser milê xwe.

Ji ber ku piştî şehadeta Hakî, di 1978’an de Halîl Çavgun, di 1982’an de Ferhat,  Necmî, Eşref û Mahmud, di 1983’an de Mehmet Karasungun (Xalît) û Ibrahîm Bîlgîn (Saît), di 1997’an de 34 şehîdên Hewlêrê û gelek şehîdên şoreşê dan pey hev û hê jî dewan dike.

Di heman heyvê de û hinek ji wan di heman dema van şehîdên şoreşa Kurdistanê de, şehîdên şoreşa Tirkiyeyê jî hene: Di 6’ê Gulana 1972’an  de îdama Denîz Gezmîş, Huseyîn û Yusuf, di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya û pir şehîdên din.

Di encamê de, divê were zanîn ku van şehîdên leheng, her yek ji wan, bi çalakî û şehadeta xwe re, erê gelek xemgînî jî çêkirin, lê li gel xemgîniyê curet û cesaretekî pir mezin û bilind afirandin, îradeya azad xurt kirin û astengên li ser rêya şoreşê rakirin û rê li ber şoreşê vekirin.

Di wan şerd û mercên giran û dijwar de van lehengan, serê xwe li ber dijmin netewandin, ruhê berxwedanê xurt kirin, berovajî îrade û moralê dijmin şikandin. Îca di van şertên nû de ku derfet û tecrube û piştgriya gel ji wê dema berê gelek xurtir e û hişmendî û destkeftiyên gelek mezin hene, em berê xwe didin 1’ê Gulana 2021’an.

Destkeftiyên herî dawî yên li Rojava, Heftenîn û Garê li ber çavan e, bi heman ruhê berxwedêr li Metîna, Zap û Avaşînê têdikoşin. Li ser vê moralê, xwepêşandanên bi rûmet ên gel li qadan; ên 8’ê Adarê, 21 Adarê, 4’ê Nîsanê jî hîn zindî didomin.

Bi bawerî û hêviya ku 1’ê Gulana îsal, ew ê ji her salî xurtir û encamgirtir derbas be; 1’ê Gulanê li gelê me û mirovahiyê pîroz be!

Nûçeyên Têkildar