Li Rihayê, hin kes ango kesên nasnameya wan ne diyar gule berdan wesayîta parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu. Hat diyarkirin ku wesayîta Surucu parqkirî bûye û gule li cama pişt a wesayîtê ketiye û camê kun kiriye û qewana wê ketiye baxaca wesayîtê. Dema ku Surucu xwest li wesayîta xwe siwar bibe êrîşa li dijî wesayîta xwe ferq kir û agahî da polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê li ser wesayîta Surucu lêkolîn kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 50 metre nêzî wesayîta Surucu wesayîta polîsan hebûye. RIHA