Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Guleya destpêkê bû bersiva dîrokî ya polîtîkayên qirêj

Li Mexmûr 39’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi coşek û xûrûşek mezin hate pîrozkirin. Û hate gotin ku guleya destpêkê bû bersiva dîrokî ya wan polîtîkayên qirêj yê dagirker û qirkeran.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 39’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin. Şahî li Navenda Çand û Huner a Wargeha Mexmûrê, bi tevlîbûna bi sedan şêniyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî. Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em vê roja pîroz ku ji bo gelê kurd bûyî çiruskek ji agir, li Rêber Apo û gelê xwe pîroz dikin. Em bi vê boneyê, tevahî cangoriyên ku di oxira vê rêya pîroz de gihiştine şahadetê bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Di 15’ê Tebaxê de guleya yekem li mejiyê dagirkeriyê hatiye xistin. Beriya 15’ê Tebaxê ji her aliyê ve êrîş û komkujî li ser kurd û hebûna kurdan dihat meşandin. Guleya destpêkê bû bersiva dîrokî ya wan polîtîkayên qirêj. Dijmin hêvî nedikir ku rojekî kurd li dijî wan rabin. Bi çalakiya destpêkê re dijmin tevizî. Destkeftiyên me hemû berhemên pêngava 15’ê Tebaxê ne. Ji bo wê em minetdarê vê rojê ne. Niha bi vî ruhî li çiyayên azad têkoşînek bê hempa, li dijî dagirkeriyê tê dayîn. Em wan têkoşînvanan silav dikin. Bi vê boneyê carek din em dibêjin, ev roja girîng li Rêber Apo û tevahî gelê me pîroz be.”

Piştî axaftina vekirinê, sînevîzyonek hat pêşandan û piştre bi rêzê ve koma şanoyê ya ‘Jînim Jiyanim’, koma muzîkê ya Stêra Zêrîn, Hunermend Rêbîn Araz û koma govendê ya Şehîd Aram hatin ser dîkê, reng û coşek mezin dan şahiyê.

Her wiha ji der ve jî mêvan tevlî pîrozbahiyê bibûn û ji aliyê komek a enternasyonalîst ve ku ji 5 welatan beşdarî pîrozbahiyê bibûn, peyama 15’ê Tebaxê hat dayîn. Peyam wiha ye: “Em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û li tevahî gelê Mexmûrê pîroz dikin. Em ji 5 welatên Ewropayê hatine vir ji bo ku vê roja girîng bi we re pîrozbikin. Ev roj, rojek nû ye. Wek Rêber Apo dibêje, ‘li hember siyaseta înkar û îmhaya gelê kurd, alternatîf 15’ê Tebaxê bû’. Ji bo vê yekî, erk û berpirsyartiyên me ne ku em fikir û ramanên Rêber Apo li her derê bidin belavkirin. Pîrozkirina 15’ê Tebaxê ji bo me serfirazî ye. Li ser rêya şehîdan meşandin, erka me ye.”

Herî dawî bernama pîrozbahiyê ya pêngava 15’ê Tebaxê bi gerandina govendên gelêrî bi kêfxweşiyek mezin bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar