Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Guleya jiyanê

Dema gule tê gotin, xwîn, birîndarkirin û kuştin tê aqilê mirovan. Dema şer tê gotin dîsa birîndarkirin û kuştin tê bîra mirovan. Şer bi xwe êş, xemgînî û tunekirinê pêş dixe. Bi hezaran salan şer pêş ket. Di şeran de bi sed hezaran mirov hatin kuştin. Bi milyonan mirov ji ber şer ji cih û warên xwe koçber bûn. Mal û milkên wan talan û wêran bûn.

Lê ev gule û ev şerê ez qal dikim cuda ye. Li aliyekî ava dike, li aliyeki tune dike. Ev guleya ku ez qal dikim, li dijî dagirkerî, mêtingerî, xiyanet, nijadperestî, zayendperestî û olperestiyê hatiye teqandin. Ev gule li dijî înkar û îmhayê, li dijî hişmendiya feodal hatiye teqandin. Li dijî tirsê ji bo wêrekî û yekitiyê hatiye teqandin…

Eger em li guleya ku fermandarê mezin Egîd û hevalên xwe 40 sal berê di 15’ê Tebaxê de li navçeya Dihê li dijî dijmin teqand binerin, em dibînin ku du aliyên guleyê hene. Dibe ku bi awayekî fizîkî li dijî dijmin hatibe teqandin, lê em di berhemên 40 salên dawî de dinerin ku tenê li dijî mijmin nehatiye teqandin. Bi qasî hêza li dijî xwe tune tune kiriye, aliyê xwe yê hilweşiyayî û têkçûyî jî ava kiriye. Bi ruh û beden kiriye.

Aliyekî guleyê dikuje, aliyekî guleyê jî jîn û geş dike. Vê guleya 15’ê tebaxê di nava 40 salan de wêrekî, yekitî, rêxistinbûn bi xwe re ava kir. Nasnameya gelê kurd ava kir. Çand û zimanê kurdan bi cîhanê da naskirin. Artêşek ava kir. Vê artêşê hem li dijî artêşa NATO ya herî mezin şer kir û hem jî li dijî hêza NATO şer dike. Li dijî DAIŞ’ê şer kir û DAIŞ’ê têk bir. Ev artêşa kurdan ku li dora guleyekê kom bû, bi têkbirina DAIŞ’ê dengê xwe li cîhanê veda. Gelê kurd û kurdistanî di bin sîwanekê de anî cem hev û yekîtiya gelan pêş xist. Tevger pêş xist û civak zindî kir. Ruh û coşek da civakê. Bawerî û hêvî da civakê.

Gulleya 15’ê tebaxê li dijî gelek ferasetan hat teqandin. Li dijî hişmendiya dewletê ya dagirkerî û metîngeriyê hat teqandin. Li dijî hişmendiya civaka kole hat teqandin. Ji bo ku gel êdî koletî, bindesetî înkar, îmhayê qebûl neke ev gule hat teqandin. Ji bo gel baweriya xwe bi xwe bîne û bêje vay ez jî heme hat teqandin. Bi vê guleyê re êdî gelê kurd û Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê li dijî dagirkerî û mêtingeriyê serî hildide. Jina kurd kir xwedî vîn û nasname. Jina kurd bi felsefeya Rêber Ocalan û hêza guleya 15’ê tebaxê xwe bi rêxistin kir û artêşa xwe ava kir. Li dijî rejîma koledar bi felsefeya  “Jin Jiyan Azadî” hêza xwe belav kir û bû heviya hemû jinên cîhanê.

Li ser girîngî û wateya 15’e tebaxê gelek şirove hatin kirin. Gelek şirove tên kirin. Îro em dinerin êdî gelê kurd û kurdistaniyan di 40 salan de nirx û destkeftiyên gelek granbuha bi dest xistin. Êdî jin pêşengiya civakê dike. Dikare xwe û civakê di aliyê fîzîkî, aliyê fikr û civakî de biparêze.

Kurd bi felsefeya azadiyê û hêza 15’ê tebaxê bûn xwedî partî, rêxistin û sazî. Kurd bûn xwedî nasname û artêş. Li dora felsefeya Rêber Ocalan artêş bi rêxistin kir, bi guleya yekemîn hêza xwe li cîhanê belav kir. Vê guleyê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li çar parçeyê Kurdistanê belav kir û niha axa Kurdistanê li dijî hemû hêzên hegomon ên dagirker diparêze. Guleya 15’ê Tebaxê li dijî dagirkirin, mêtingerî û koletiyê îro bûye guleya parastina nirxên Kurdistanê. Li dijî koletiyê bûye guleya azadiyê, li dijî talankirin û wêrankirinê bûye guleya jiyanê.

Nûçeyên Têkildar