38 sal di ser re derbas bûn, her salek bi berdêla sedsalek. Dengê tifinga gerîla li Şemzînan û Dihê rabû, li bakurê Kurdistanê belav bû, niha hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn daye ber xwe. Ev deng rengê demsalan guherand, şagirtên fermandar Egîd şopên xwe li hemû deşt, çiya, newal, kendal û zinarên Kurdistanê hiştin. Li şûna her şopî kulîlkek bişkivî, çi xemrî çi sorgewez. Pêngava 15’ê Tebaxê mîna bablîsokek ji agir xwe berda nav dilê dagirkeriyê, mirinê kuşt, hilma nû ya jiyanê bilind bû li her derî. Niha strana azadiyê li ser hemû lêvan e, her ku diçe koroya dengên azad mezin dibe…
Heqîqet û diyalektîka jiyanê ye, çiqas zordarî ew çend berxwedan, çiqas desthilatdarî ew çend lêgerîna azadiyê… Pêngava 15’ê Tebaxê, wekî hilma azadiyê bi ser nefesa mirinê de daket. Ew ‘guleya yekem’ di rastiyê de nefesa yekem a jiyana azad bû ji bo gelê kurd. Bi dehezaran keç û xortên Kurdistanê canê xwe dan, ji bo konê şînê bikin konê şahiyê. Niha li milekî şer, pevçûn û êşên giran, li milekî jî govenda azadiyê digere.
Li Şengalê meha Tebaxê meha ferman, talan û koçan e. Komkujiya Tilezêr û Sîba ya 2007’an, fermana 2014’an, komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê, şehadeta Mam Zekî û Seîdê Hesen… Ev hemû di meha Tebaxê de çêbûn. Ji ber vê ye ku di vê mehê de her konê şînê li dar e, alên reş li ba ye. Civaka êzidî di vê mehê de, hema her rojekê cangoriyek Êzîdxanê bi bîr tîne.
Lê ev heyv di heman demê de ji bo civaka êzidî jî heyva ‘guleya yekem’ e. Ji ber ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an di dîroka êzidiyan de cara yekem hêzeke parastinê hat avakirin. Dengê ‘guleya yekem’ a fermandar Egîd êdî gihiştûbû Şengalê jî. Vê carê egîdekî din, fermandar Egîd Civyan pêşengtiya keç û xortên êzidî dikir. Hema çend roj di ser fermanê re, Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hebûna xwe îlan kir. Guleya yekem a 1984’an ji bo hebûna netewî ya kurdan çiqas girîng be, guleya yekem a Tebaxa 2014’an jî ji bo hebûna civaka êzidî û êzdayetiyê ewçend girîng û dîrokî ye.
Guleya yekem a li Şemzînan û Dihê li Kurdistanê li dilê dagirkeriyê dabû, guleya yekem a li Şengalê jî mohra fermanan belav kiribû, şûrê fermanan şikandibû. 38 sal in li Kurdistanê, 8 sal in jî li Şengalê şerê hebûna azad bi berdêlên giran tê dayîn. Di nav van 8 salan de bi dehan pêşengên civaka êzidî yên mîna Zerdeşt, Bêrîvan, Mam Zekî, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr şehîd ketin. 15’ê Tebaxa 2018’an Mam Zekî şehîd ket, 16’ê Tebaxa 2021’an Seîd Hesen û rojek pey re jî li Nexweşxaneya Sikêniyê 8 cangoriyên Êzîdxanê.
Pêwîst e di serî de civaka êzidî, hemû gelên Kurdistanê heyva Tebaxê baş fam bikin. Gelo em ê perdeya reş a mirinê ji ser hebûna civaka xwe rakin an jî sedsalek din jî bi hawar û fîganan konên şînê deynin. Civaka êzidî jî, gelên Kurdistanê jî ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Lê em di wê merheleyê de ne ku ev azadî ji me berdelên giran dixwaze. Şehîdên me yên pêşeng bêşik û guman ev berdêl dan. Lazim e em wasiyeta Mam Zekî û Seîd Hesenan ji bîr nekin û bi hemû hêza xwe şerê hebûna azad bibin serî. Bi hezaran cangoriyên me ji bo em karibin li şûna alên reş ala şahiyê bilind bikevin şehîd ketin û wasiyeta wan ji me ne girî û hawar e lê belê şer û berxwedan e.
Şairek ji dilê şehîdan ev rêz nivîsandibûn;
‘’Ez ji bilbilê xemgîn re na bihar im
Ji bûka çarî reş re na guhar im
Ji konê şînê re na stûn im
Ji kalê poşman re na qelûn im…’’
Dem ne dema xemgîniyê, dem ne dema şînê, dem ne dema poşmaniyê ye. Dem dema azadiyê ye…