Hefteya beriya vê min li ser Rosîda Mêrdîn nivîsandibû û sernivîsa min jî Rosîda bû. Vê hefteyê jî sernivîsa min Gulistan e.
Gulistan jî wekî Rosîda xebatkareke çapemeniya azad bû û ew jî bi heman rengî ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve hat qetilkirin. Hê em li ser Rosîda têşiyan û me xebera şehadeta Gulistan jî wergirt. Di 23’yê tebaxê de balafirên artêşa tirk a dagirker li Silêmaniyê komkujî kirin. Wesayîta ku xebatkarên çapemeniyê tê de bû kirin hedef û di encama vê êrîşê de jî Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Çend hevalên din ên rojnamevan jî birîndar bûn.
Gelek pirs û gotin hene ku mirov bêje û bipirse. Yek jê cihê bûyerê Silêmaniyê ye. Ji ber ku ev ne cara pêşî ye li Silêmaniyê bûyerên bi vî rengî diqewimin. Beriya niha jî çend rojnamevan, welatparêz û şoreşger hatin qetilkirin. Gelo dewleta tirk bi kîjan riyê xwe dighîne wê derê û kî destûr dide? Divê ev pirs werin zelalkirin. Kesên alîkarî didin û di reşkujiyan de cih digirin divê werin dîtin. Heta ku pirsa vê bêbersiv bimîne, wê reşkujiyên bi vî rengî jî bi dawî nebin.
Wekî din yên hatin qetilkirin rojnamevan û jin bûn. Dewleta tirk jinên pêşeng dike hedef. Gulistan û Hêro jî ew pêşeng bûn. Çeka wan pênûsa wan bû û dewleta tirk ji ragihandina rastiyan aciz bû, lewma jî ew qetil kirin. Her yek ji wan deryayek bû. Gulistan ango gulê bi rûkeniya xwe û fedekariya xwe dihat naskirin. 24 salên xwe di xebatên çapemeniya azad de derbas kir. Tu carî nesekinî û navber neda. Dema ku li Rojava şoreşê dest pê kir, çû wê derê û ji bo ku dengê şoreşê bigihîne cîhanê xebitî. Li çar aliyên Kurdistanê xebatên çapemeniyê meşandin. Her tim bi kamera û pênûsa xwe li qadê bû. Heta dawiyê dilsozê Rêber Apo û şehîdên dozê bû. Ji pîvanên partiyê ti carî tawîz nedan û xwe qels nekir.
Dewleta tirk jî vê rastiya Gulistan zanîbû û da pey şopa wê. Di encamê de jî bi awayekî bêbext ew jina leheng qetil kirin. Dema ku bûyer qewimî çapemeniya Barzaniyan yekser ji cihê bûyerê dîmen û agahî parvekirin. Yanî yên îxbarî kirin û sîxurtî kiribûn jî ew bûn. Wê çapemeniya qirêj Gulistan nas dikir û di ferqa wê de bûn bê Gulistan çiqasî leheng e. Ji bo vê yekê jî îxbariya wê kirin.
Êdî her kesî dît ku bê PDK, Barzanî û çapemeniya wê ya qirêj çawa bûne xayînên welatê xwe. Bi temamî bûne koleyê dewleta Tirk û xwe firotine. Gelê kurd wê ti carî van xayînan ji bîr neke û hesab ji wan bixwaze. Ew xeta xiyanetê wê ti carî bi sernekeve. Xeta Gulistan û hevreyên wê her tim bibe ronahiya rojê.
Gelê kurd bedelan dide û ji dayîna bedelan jî natirse. Lê yên bitirsin bila PDK û Barzanî bin. Ji ber ku wê roj were û dewleta Tirk wê li wan were xezebê. Ji ber ku di dîrokê de mînakên wê gelek in. Dewleta Tirk ti carî li Kurdan nehatiye rehmê. Ev xayîntiya Barzaniyan jî wê ji wan re nemîne. Wê di dîrokê de her tim wekî xayînên Kurdistanê werin bi bîr anîn. Gulistan û hevrêyên xwe jî wê her tim lehengê Kurdistanê bin.