Meclisa Jinan a HDP’ê têkidarî windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Doku daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir kir ku windakirina Dokû nekin amûrek ji bo zexta li ser muxalefetê.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku têkildarî Zaînal Abarokov ku hevalê Gulistan bû û bersûcê yekane yê windakirina wê ye, lêpirsîneke têrker nehate meşandin, îfade û delîlên ji bo dîtina Gulistan ji raya giştî hatin veşartin û lêkolîneke bi bandor nehatiye kirin.
Meclisa Jinan ragihand ku rayedarên berpirsyar ên ku guhê xwe ji îdia û delîlan digirin windakirina Gulistan dixwazin bikin amûrek ji bo zexta li ser mûalefetê.
Meclisê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Rêxistina ESP’ê ya Amedê da ku bi vê hincetê hate kirin û wiha got: “Desthilatdarî bi vê serdegirtinê hewl dide destgîrkirin û girtinê binixumîne. Mûxatabê bingehîn hevkariya dewlet-mêr e ku Gulistan dan windakirin û di nedîtina wê de israr dikin.” ENQERE