Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulistan Gulhat bi wesîleya salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têkildarî artêşbûna jinan ji Stêrk TV re axivî.
Gulhat di şexsê Bêrîtan, Azîme, Canda, Rojîn Gewda, Şîlan Goyî, Sara, Rûken û 17 gerîlayên ku herî dawî bi çekên kîmyewî şehîd bûn de, Şehîdên Meha Cotmehê û pêşengên artêşbûna jinan bi bîr anîn û wiha qala mîrateya têkoşîna azadiya jinan kir: “Salvegera 30’emîn ya artêşbûna me di serî de jinên kurd, li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. 30 sal, bi têkoşîneke têr û tijî derbas bû. Hevrê Bêrîtan jî di artêşbûna me ya jinan de bû stûna herî bingehîn ku rolekê gelek giring leyîst. Şehîd Bêrîtan, ji Dersîmê bû, di dibistanên pergalê de dixwîne û wan deman dikeve ferqa kurdbûna xwe; bi vî awayî rastiya dijminê xwe nas dike. Di heman pêvajoyan de ramanên Rêber Apo nas dike û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Xwedî lêgerîna azadiyê û zanistê ye. Her gav bi heyecaneke mezin tev li jiyanê dibe. Aşiqa çiya û jiyana gerîla bû. Di pêşxistina artêşa me ya ji nû ve ya têkoşîna azadiyê de rolekê pêşeng leyîst. Hevrê Bêrîtan, yek ji fermandara me ya artêşa jinan e. Gelek hevrêyên wek wê di salên destpêka têkoşîna me de bi heyecaneke mezin berê xwe didin çiya.“
‘Çalakiya Bêrîtan nîşaneya îradeya jinan e’
Gulhat anî ziman ku di encama sekin û çalakiya hevrê Bêrîtan de pîvanên jina pêşeng diyar bûn û wiha pê de çû: “Sala 92’yan dijmin û neyarên me ji bo tesfiyekirina tevgera me bi kurdên hevkar, hêza NATO’yê ve êrîşên dijwar kirin. Di pêvajoyeke wiha de çalakiya hevrê Bêrîtan bi pêş ket. Gelek rêhevalên wek Bêrîtan, di destpêka şoreşê de di nava artêşa me de cîh girtin û rol leyîstin. Gelek jin tev li şoreşê dibûn. Lêgerîna azadiyê hebû. Dema hevrê Bêrîtan di şerê 92’yan de sekneke wiha raber kir, ji bo hemû jinan bû mînak. Lewra li dijî hêzên xiyanetkar û dewleta tirk, heta dawiyê şer dike, hevalên xwe xilas dike, birîndar dibe, çeka xwe dişikîne û xwe ji zinaran diavêje. Xiyanetkar, bang lê dikin da ku radest bibe, lê ew xwe ji zinaran de diavêje. Ev sekin û îradeyeke azad bû. Di artêşa me de bû stûna navîn, lewra xetê diyar kir. Em ê çawa şer bikin, çawa bijîn, nîşanê me da. Bi her tiştê xwe destpêk e. Di çalakiyeke wiha de yekemîn e. Di her gava jiyana xwe de çalakvan e. Bîr û baweriya xwe ya ramanên Rêber Apo, gelek bi pêş de ye. Ev e, fermandarî û rastiya şer. Ji bo me bû wek xeta, zanist, parastin û stûna navîn ya artêşa jin ku em xwe pê bigirin. Şehadeta hevrê Bêrîtan, ji me ra xeta azadiyê û lêgerîna azadiyê, pîvanên jina pêşeng li ser çi şêwazê werin avakirin, diyar kir. Di şopa hevrê Bêrîtan de hevrê Ezîme yek ji wan hevalan bû ku mamosteyeke jiyana gerîla bû. Li derdora xwe bîr û baweriya têkoşîn û şerkirina jinan dida avakirin. Bi sekn, tevlibûn û şerkirina xwe, mamosteya gerîlayên jin bû. Bi pêşengên wiha re li derdora artêşbûna jinan kombûneke pir mezin çêbû. Gelek jinên enternasyonal jî artêşbûna me ya jin, ji bo xwe wek ronahiyeke pêşerojê dîtin. Di rastiyê de pêşeroja xwedi artêşbûna jinan de dîtin. Hin ji wan mînakan jî Canda Turk, Helîn Çerkez, Ronahî Alman bûn. Heval Ronahî, di 98’an de li Botanê şer dike, di operasyonekê de dîl dikeve destê artêşa tirk, leşker jê pirs dikin, dibêjin tu çi dikî li vir. Ew jî dibêje ‘Ez jineke alman im, di jinên kurd de bîr û baweriya azadiya mirovahiyê dibînim ji ber vê li dijî we şer dikim. Piştî vê jî wê qetil dikin. Meryem Çolak jî jineke zana, çalak û pêşeng bû. Hevrê Gûrbetellî, bi zanebûna xwe wiha bû. Her hevaleke ku tev li dibû di şopa Bêrîtan de bi zanisteke pir xurt tev li dibû. Bi sedan hevrêyên me, bi fedakariyên pir mezin fermandarî û pêşengtî kirin.”
‘Wek jin me ji felsefa û birdoziya Rêber Apo kelecaneke mezin girt’
Gulhat, di pêşketina artêşbûna jinan de keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Fikir û raman, wêrekî, bipêşxistina zanebûna têkoşînê, Rêber Apo bi me re çêkir. Her gav bi me re bû. Ji me zêdetir li pêşeroja me difikirî. Rêber Apo beriya me, em keşf kiribûn. Hem heqîqeta ku tê diqewime û divê ji bo pêşerojeke azad çi bê kirin nîşan da. Bi me re hevaltî kir, em wêrek kirin. Rê û rêbazên artêşbûna jin, rêxsitinbûn û rizgarbûnê nîşanê me da. Em fêrê jiyana azad kirin wek jin me ji felsefa û birdoziya Rêber Apo kelecaneke mezin girt. Her ku me pêşketina artêşbûna jinan dît bawerî û kelecana ji bo azadiyê zêdetir bi pêş ket. Dema ku Rêber Apo destpêkê artêşbûna jinan xist rojeva me, ne tenê şerkirina bi çekan, beriya her tiştî xwenaskirin û birêvebirin esas bû. Xwenaskirin û jiyana bi hev re bingeh bûn. Di nava artêşa me de bi aqlê jinan dikarin hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin. Di kûrahiya dîrokê de me gera li xwe û artêşbûna me ya jinan, wek rehekê bingehîn ruh da civakê.”
Di dewama nirxandinên xwe de Gulhat, qala encama artêşbûna jinan kir û got: “Artêşa jin û hêzên YJA Starê asta felsefe û birdozî de xwedî armancekê ye û xwe ava dike. Ev şeş meh in bêyî navber li Kurdistanê şerekê pir giran heye. Em, bi rastiya dijminê xwe baş dizanin. Ji bo civaka kurd qir bike, hemû rêbazên faşîzane û hovane bi kar tîne. Şerekê piralî li dijî gelê kurd û jinên kurd tê kirin. Li dijî vê, berxwedaneke bêhempa berdewam e. Li dijî îradeya milîtanên YJA Star û HPG’ê bi bin ketin lewra hemû hêza xwe dan pêş, lê belê ew bi bin ketin. Ev 30 sal in wek artêşa jinan em di nava vî şerî de ne, îrade û baweriya ku pêşketiye, di pêşerojê de pêwistî bi hindek têgehên nû heye. Lewra çiqas behsa berxwedan, îrade û fedayîtiya heyî çiqas bê kirin û bê pênasekirin jî kêm dimîne. Carinan em di pênasekirina sekin û fedayîtiya qehremanan de têgehên têrker nabînin. Tenê dibêjin ev sekineke biarmanc ve girêdanbûn e, berxwedêrî, fedaîtî û qehremantiye wê kêm be. Dîroka gelê kurd de ev sekin, bîr û bawerî dibe ku bibe sekina destpêkê û dawiyê jî. Jixwe Rêber Apo digot: ‘’Mirovên ku ez ava dikim wê bibin mirovên destpêkê û yên dawîn. Ew mîlîtanên îro şer dikin ew keç û xortên pêşeng û mîlîtan in.”
‘Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî felsefeya jiyana jinan e’
Guhat da zanîn ku hêzên serdest, ji hêz û ramanên jinan pir ditirsin û ev tişt got: “Cîhana em tê de ne bi hişmendiya zilam tê birêvebirin lê belê êdî serdema xwe temam dike lewra di civakan de qeyran zêdetir kûr dike. Di rastiyê de pergal di nava xwe de rû bi rûyê qeyranê ye. Her jinek dixwaze ji vê rewşê derbikeve lê ji aliyê serdestan ve tê hedef girtin. Hemû nirx û hebûna gelê kurd hedef tê girtin. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ îro di hemû jinên cîhanê de bûye felsefeyeke jiyanê û gotina xilaskirina jinan ji rewşa tê de ne. Ev jî encama ked û ramanên Rêber Apo ye. Kuştina Jîna Emînî ya ji rojhilatê Kurdistanê, nîşaneya bêhêzbûn û bêçareserbûna pergalê ye. Pergal ji jinên serê xwe li ber desthilatdariyê natewînin ditirse. Hevrê Nagîhan jî yek ji wan jinan bû ku zanista jinan bi pêş dixist û hedef hat girtin. Dema em tê de ne jin heta bi astekê xwe bi rêxistin kiriye. Lewma pergalên serdest, jê pir ditirsin. Herî dawî çalakiya fedaî ya hevrê Rûken û Sara, bawerî û wêrekiya jinan nîşan dide. Di navenda dijmin de çûn bi ser dijmin de, ev encama sekina jinên têkoşer e. Bi vê careke din diyar bû ku jinên şoreşger dikarin pergala deshilatdar a aqlê mêr têk bibin. Jinên kurd dikarin bi hêz, aqil û rêxistina xwe faşîzma AKP-MHP têk bibin. Ev îrade û têkoşîn hatiye birêxistinkirin.”
‘Di xeta Bêrîtan de wê serketin mîsoger bibe’
Gulhat anî ziman ku wê di xeta Bêrîtan de serkeftin misgoger bibe û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Em wek hêzên YJA Starê di xeta Bêrîtan, Zîlan, Egîd û Mazlûman de li têkoşîn û şerê xwe dewam dikin. Em, di vê şerî de bi îdia ne. Em, kurd di vî şerî de mafdar in. Artêşbûna me ya jinan, di sala xwe ya 30’emîn de ye. Di van 30 salan de Bêrîtan em fêrî berxwedanê kirin, Zîlan, em fêrî fedaîbûnê kirin, Sarayan em fêrî civakîbûn û têkoşînê kirin. Em YJA Star, di xeta şehîdên xwe yên pêşeng de soza serkeftinê didin.”