Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Gultan Kişanak: Em ê bi paradîgmaya xwe jiyanê ava bikin

Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî hilbijartinên herêmî li navenda partiyê  bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi rêveberiyên xwecihî yên azad ve!” konferans li darxist. Konferans piştî rêzgirtinê bi temaşekirina sînevîzyonê dest pê kir.

Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Kandirayê girtî ye, peyamek ji konferansê re şand.

Kişanak di peyama xwe de wiha got: “Jinên delal, em îro di konferansa we de bi awayekî fizîkî ne li wir in lê bizanin ku em di hest û ramanê de li kêleka we ne û em ê her dem li kêleka hev bin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin her çiqas kaotîk xuya bike jî ji bo kurdan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybet jinan firsendeke dîrokî ye. Em weke jin li hemberî hemû zîhniyet û têgihiştina modernîteya kapîtalîst bi berpirsyariya dîrokî ya avakirina rêya sêyemîn re rû bi rû ne.

Di pêvajoyeke wisa de ku qêrîna me ya azadiya ‘Jin jiyan azadî’ sînoran derbas dike, em ê bi tevahî di têkoşîna azadiya jinan de bi ser kevin û bi feraseta konfederalîzma jinan cîhanê bi rêxistin bikin. Bi nûnertiya xwe ya wekhev û modela hevserokatiyê em ê hemû ferasetên zayendperest, neteweperest û olî ji holê rakin û jiyaneke cuda ava bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi biryarên ku hûn ê di vê konferansê de bidin, li dijî faşîzma mêr a ku koletiyê li ser me ferz dike, em ê rejîma qeyûm hilweşînin û bi paradîgmaya xwe jiyanê ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar