Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Gunay: Divê bertekên hevpar hebin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xistin û mijarên di rojevê de nirxand.

Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser şerê Tirkiyeyê yê ku bi hevkariya PDK’ê li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha got: “4 roj berê li ser axa Herêma Kurdistanê bi destê AKP-MHP’ê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Ev operasyon piştî hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî çêbû. Başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera tê dagirkirin, lê mixabin helwesteke rêveberiya Başûr û PDK’ê li dijî dagirkeriye tuneye.

Niyeta AKP-MHP’ê diyar e, armanc zelal e. Helwesta PDK’ê rê li ber vê dagirkeriye vedike. Em ji vir bangî gel, sazî û dezgeh û partiyan û rêveberiya Başûr dikin. Li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Hikûmeta Erdogan û Bahçelî di nav krîzeke mezin de ye. Rewşa aborî, siyasî û civakî gelek tevlihev bûye. Ji bo ku vê rewşê veşêrin, dixwazin êrîşî kurdan bikin. Hemû îmkanên xwe, seferber kirine ji bo şerê li dijî kurdan. Ev êrîş berdewama êrîşên sed salan e. Dixwazin ku kurd li tu derê nebin xwedî statû. Ne li Başûr, ne li Bakur, ne jî li Rojava hebûna kurdan qebûl nakin.

Êrîş li hemû kurdan tê kirin

Ebrû Gunay diyar kir ku ev êrîş darbeyek mezin li statuya başûrê Kurdistanê dixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro AKP-MHP li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan e û dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike. Ji bo vê armancê dest bi şer kirin. Divê rêveberiya Başûr vê xetereyê bibîne. Berê jî gelek caran me gotibû û me bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kiribû. AKP-MHP ne ji bo hin kurdan ji bo hemû kurdan talûkeyeke mezin e. Ev operasyon derbeyeke mezin li tifaqa gelê kurd dixe û eger îro hûn piştgiriyê bidin van operasyonan sibê rûyê we dê reş be li hember gelê xwe.”

Gunay di axaftina xwe de bang li rayedarên kurdistanî kir û ev tişt anî zima: “Em bang li gelê kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; li hemberî vî şerê qirêj, divê hemû kurd helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê her kurdek berteka xwe nîşan bide û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê kurd derkeve. Em helwesta PDK’ê qebûl nakin û divê her kurdek vê helwestê qebûl neke. Başûr îro di bin dagirkeriya Iraq, Îran û Tirkiyeyê de ye. Tenê yekitiya gelê me wê rê li ber vê dagirkeriyê bigire. Banga me li hêzên demokrat ên Tirkiyeyê ye jî. Li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê dengê xwe bilind bikin. Aştiyeke mayînde bi riyên demokratîk pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar