Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gunay: Girtîgeh veguherîne cihê mirinê!

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku girtîgeh veguheriye 'cihên mirinê' û destnîşan kir ku girtiyên nexweş divê tavilê bên berdan

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ebrû Gunay bi bîr xist ku duh li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezak Sûyûr û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind Hejmara 2 a Amedê girtiyê bi nexweşiya giran Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Tedawî û mafê tenduristiyê yê her du girtiyên nexweş hat astengkirin. Ji mirinê re hatin hiştin. Halîl Guneş 29 sal bû ku girtî bû, bi tena serê xwe ji mirinê re rû bi rû hat hiştin. Bi kansera hestî ketibû, di serî de Ûlûcanlar li gelek girtîgehan hat girtin, lê belê ya ku vê desthilatdariyê, ya ku Wezareta Edaletê lê ferz kir mirin, zilm û îşkence bû.”

Gunay bi bîr xist ku Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandirayê rastî tecawizê hat û îşkence lê hat kirin û wiha got: “Gezer hewl da bi nameyan dengê xwe bide bihîstin lê belê Wezareta Edaletê xwe ker, kor û lal kir. Mohra xwe danî binê vê kuştinê ku weke xwekuştinê nîşan da. Saziya Tipa Edlî dema ku mijar kurd be raporên kuştinê amade dike. Veguheriye saziyeke welê ku dema mijar maf û çete bin yekser raporên ji bo berdanê amade dike. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku kurd û muxalîf dema mijar be hiqûqa dijminatiyê tê meşandin. Ji bo me ev yek nayê qebûlkirin. Tavilê dest ji vê hiqûqa dijminatiyê berdin. Dixwazim careke din bang li Wezareta Edaletê bikim: Dest ji vê kiryarê û hiqûqa dijminatiyê berde ku girtîgeh kirine cihê mirinê. Di serî de Aysel Tûglûk girtiyên nexweş hemûyan berdin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar