Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gunay: Siberoja Tirkiyeyê bi Îmraliyê ve girêdayî ye

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li tevahiya Tirkiyeyê dike û got ku demokrasi û siberoja Tirkiyeyê bi Îmraliyê ve girêdayî ye

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê mijarên rojevê de li navenda giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.

Di civînê de Gunay bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana û wiha got: “Li Tirkiyeyê bêhiqûqî her roj belav dibe. Îro li Tirkiyeyê pirsgirêkeke herî mezin jî tecrîd e. Eleqeya tecrîdê herî zêde bi pirsgirêka kurd re heye. Çawa ku kurd û heqê kurdan qebûl nakin, wisa jî zagonan bin pê dikin û tecrîdê kûr dikin. Li Îmraliyê ev 22 sal in bi awayekî sîstematîk tecrîdeke girangkirî li ser birêz Ocalan tê meşandin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet hatiye avakirin. Ocalan hem nikare bi malbata xwe re hem jî parêzerên xwe re hevditin bike. Niha jî careke din ceza dane Birêz Ocalan û nahêlin bi tu kesî re hevdîtinan bike. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Bandora tecrîdê

Gunay da zanîn ku aştî û aramiya Tirkiyeyê bi Îmraliyê ve girêdayî ye û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser temamî Tirkiyeyê dike. Bêhiqûqiya li wir hatiye avakirin, rejîma li wir hatiye avakirin, roj bi roj li temamî Tirkiyeyê tê belavkirin. Îmralî wek laboratûvarekê tê şixulandin. Roj bi roj em dibînin ku aştî aramiya Tirkiyeyê bi rewşa Îmraliyê ve girêdayî ye. Em careke din dibêjin, rojek berî rojekê tecrîdê bi dawî bikin, zagonan bin pê nekin. Deriyê Îmraliyê vekin.”

Banga li welatan

Her wiha Gunay destnîşan kir ku demokrasî û siberoja Tirkiyeyê jî bi Îmraliyê ve girêdayî ye û ev bang kir: “Me di 6 salên dawî de dît ku wextê tecrîd li ser Ocalan tê meşandin, Tirkiye di warê siyasî, civakî, aborî de têk diçe. Ev rastiyeke zelal e ku divê bê zanîn. Banga min ji hemû welatan û ji CPTyê re ye; heta ku tecrîd neyê rakirin, tu mirov li vî welatî ne ewlehiyê ne. Ji bo ewlehiya vî welatî em ê têkoşîna xwe bi xurttir bimeşînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar