Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gundê jinên por dirêj

Gundê Huanglu girêdayi herêma Gualinê ye. Ev cih xwedî xwezayek bedew e, nêzî 82 malbatên hûzî lê dijîn. Gund navê xwe ji cil û bergên kevin ên sorên şêniyên gund girtiye. Şêniyên vê herêmê bi parastina urf û adetên xwe yên kevin bala geştiyaran dikişîne. Lê belê li vî gundî tişta herî balkêş ew e ku porê hemû jinan dirêj in. Ev gund belgeya Guinness ya pora herî dirêj a cîhanê girtiye. Mirovên ji derve navê vî gundî kirine ‘Por dirêj’ û di nava gund de 120 jin ku dirêjiya porê wan di navbera 1.7-2.1 metreyan de ye, hene. Di van çend salên dawî de, rê nehatiye dayîn ciwanên nezewicî porê jinan bibîne. Heger didît jî 3 salan di mala bavê wê jinê de weke xulam kar dike.

Di werzên havîn û payîzan de rûyê wan jinan dikene. Li robaran porê xwe dişon, piştre jî bi kefiya şîn dipêçin da ku ji çavên hesud werin parastin. Nedibû ku jin pora xwe derxînin, heya dema dizewicî jî roja dawetê jî ew zilam porê wê nedidît. Adeta por dernexistinê di salên kevin ên 80’an de hebû. Lê belê îro jin bi serbestî dikarin porê xwe di nava cihên giştî de, bêyî ku ji cezayên demê borî bitirsin vekin.

Li gorî malpera ‘top şayana travel’ jinên Huanglu, di jiyanê de tenê carekê destûr tê dayîn ku porê xwe bibire. Ew jî dema digihin temenê 16 salî, her di vê temenî de dikare bi hevalên xwe re dest bi jiyanek hevbeş bikin. Ew beşa ku ji por tê birîn, dapîra keçê ji wê re diparêze û dema ku keç dizewice porê hatiye birîn didin wê da ku ji tiştên neyinî biparêzin.

Sira porên dirêj!

Hemû jinên gundê Huanglu weke çîniyan pora xwe bi awayekî şidandî li ser serê xwe kom dikin. Lê belê hinek cudahiya wan por girêdanan heye ku rewşa wan ji hev cuda dike. Dema jinek pora wê şidayî pêçayî be tê wateya ew zewiciye û zarokên wê nîne, ger bi awayek sist jinekê pora xwe pêça be tê wateya zewiciye û zarokên wê jî heye. Ger kefî li dora serê wê badayî be daxwaza jiyana hevbeşî dike.

Bi giştî hemû  jinên vî gundî xwedî ciwaniya porek baş û  bi tendirust in. Jinên vî gundî sirê dirêjbûna pora xwe aşkera nakin. Ji bo biyaniyan dibêjin sirê ciwaniya pora me bi karanîna şampuana taybet û bi şûştina ava birincê ye. Baweriya wan jinan wisa ye ku pora dirêj temenê wan dirêj dike, bi xwe re bext û servetê jî tîne.  Çavkanî: Ajansa NûJINHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar