Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Gundê Xirbet Beger hat rizgarkirin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Zirgan, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Di encama pevçûnan de gundê Xirbet Beger hate rizgarkirin û maşîneyeke dagirkeran hate rûxandin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê êrîşî gundê Til Hirmus ê Zirganê, gundê Mehmûdiyê yê Serêkaniyê û gundê Xirbet Beger ê Girê Spî kirin. Li ser vê yekê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersivên tund dan çeteyan û li van gundan şerên dijwar diqewimin.

Hat zanîn ku hêzên dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Til Hirmusê kir. Li ser vê yekê şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan çeteyan û li herêmê şerekê dijwar heye. Çavkaniyan ragihand ku hêzên dagirker her wiha bi çekên giran êrîşî gundê Mehmûdiyê jî kirin. Çeteyên DAIŞ û El Nusrayê bi panzêr û tankan êrîşî gund dikin û şervan jî bersivên tund didin. Çavkaniyan ragihand ku maşîneyeke dagirkeran hate teqandin.

Çavkaniyên ji herêmê destnîşan kir ku şervanên HSD’ê di çarçoveya berisvdayîna êrîşan de, gundê Xirbet Beger ê li başûrê rojavayê Girê Spî ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin. Gund niha bi temamî di destê şervanên HSD’ê de ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar