Hêzên artêşa tirk a dagirker duh li gundên Mîzag, Xosor, Hendîv û Xeşderê yên Licê operasyon dabû destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa tirk gelek herêm bombebaran kirin û operasyon hê jî didome
Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê êrîşên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk li gundên Mizag, Xosor, Hendiv, Xeşderê, Hamza û Şaxur ên navçeya Licê ya Amedê operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku operasyona dewleta tirk a li van herêman îro jî berdewam kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, leşkerên dewleta tirk a dagirker ên derketîne operasyonê bi hevkariya helîkopteran operasyona xwe didomînin. Çavkaniyan ragihand ku helîkopter li hin herêman bombeyan dibarînin û leşkeran lê bi cih dikin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku liv û tevgera leşkerî û helîkopteran a li ser herêma navborî didome. AMED