Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Gundî li hewşa qereqolê kom kirin û îşkence li wan kirin

 

Leşkeran gundiyên herêma Omeryan duh li Qereqola Mehsertê kom kirin û 2 saet di bin tavê de hiştin, heqaret  û îşkence li wan hat kirin. Welatiyan wiha gotin: “Mîna wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin.”

Li gundên herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de, di 7’ê îlonê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di navbera tîmên taybet-cerdevan, leşker û gerîlayên HPG’ê de pevçûn derketibû. Midurê Tîmên Taybet ê Polîsan ê Mêrdînê Tufan Kansuva jî di nav de mirî û birîndarên POH, leşker û cerdevanan çê bibûn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku di 10’ê îlonê de 3 gerîlayên HPG’ê di pevçûnê de şehîd bûne. Qedexe li gundên Cînata Muho, Cînata Hiso yên Nisêbînê û li gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê hatibû îlankirin.

Di 10’ê îlonê de qedexe hat rakirin. Li herêmê hêj tevgera leşkerî didome. Li gel van hemû qewimînan jî di 12’ê îlonê de ji Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Mehsertê bi telefonê li keyayên 15 gundan geriyan. Qereqolê ji keyayan xwest, di 13’ê îlonê de bi malbatên xizmên wan di girtîgehan de, yên zarokên wan di pevçûnan de şehîd bûne û yên zarokên wan hêj di nav refên PKK’ê de ne biçin qereqolê. Navê malbatên dê biçin qereqolê yek bi yek hatibûn rêzkirin. Gundî bi metirsiya dê leşker bi ser malên wan de bigirin çûn qereqolê. Ji 15 gundan nêzî 70 kesî çûn û leşkeran wan li hewşa qereqolê kom kir. Welatiyan da zanînku nêzî 2 saetan li ber tavê hatine hiştin û leşkeran heqaret li wan kiriye û li wan dane.

‘Ew mabû me tazî nekirin’

Gundiyan anî ziman ku di nav de kesên extiyar jî hebûn li ser pêyan hiştin û Midurê Emniyeta Mehsertê û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Mehsertê Kamîl Aksoy jî di nav de heqaretên giran li wan kirin. Gundiyan gotin ku bi taybetî fermendarê cendirmeyan Kamîl Aksoy çêrên zayendîperest li wan kiriye û gotinên giran li wan kiriye. Gundiyan diyar kir ku ciwanekî bertek nîşanî heqaretan da leşkeran lêda û gotin: “Pişt re wî birin hundir. Li wir çilê kirin em nizanin. Pişt re 5 kesên din jî bertek nîşan dan û li wan jî dan. Bi taybetî heqaretên mezin li keyayên gundên wan qedexe hatibû ragihandin kirin. Çêrî dayik û hevjînên me kirin. Pêkanînên salên 90’î anîn serê me. Wek wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin. Her cûre zext û heqaret li me kirin. Îşkenceya salên 90’î hat berçavê me.”

Bi wêneyan gef li malbatan hat xwarin

Gundiyan da zanîn ku malbatên zarokên wan di nava PKK’ê de yek bi yek rakirin pêya û wêne yên gerîlayên HPG’ê yên di pevçûnê de şehîd bûbûn nîşanî wan dan. Gundiyan wiha got: “Fermandar Kamîl Aksoy her malbetek radikir ser pêyan ji wan re digot ‘ez ê zarokên we jî bînim vî halî. Me çawa van kiriye ceset, em ê zarokên we jî bikin ceset.’ Qîr dikir û xeber digotin. Piştre got li her gundekî sîxûrek bi cih kiriye. Li me fetilî û got ‘jixwe ez ji we bawer nakim. Hûn ne alîgirên me ne. Ez dizanim hûn alîgirên wan in.’ Piştre wêneyênkesên berê beşdarî çalakiyan bûne û vîdeoyên wan der dixist, dipirsî çima tiliyên xwe sekeftinê rakirine û heqaret li wan dikir.”

Ji bo nebirîna daran gef li keyayan hat xwarin

Gundiyan destnîşan kir ku Kamîl Aksoy têkildarî nebirîna daran jî berê xwe daye wan û wiha gotin: “Heqaret li keyayan kir. Kamîl Aksoy got ‘min ji we re got pêwîste hûn daran bibirin. Çima we nebirî?’ Bi qirika keyayekî girt û got ‘Min ji te re negot tu yê bibirî. Çima te nebirî?’ Keya jî got biqasî pêdiviyê xwe biriye. Ji keya hat xwestin hemûyan bibire û gefên nebaş li keya xwar.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar