Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Guneş: AKP ji bo afirandina ‘nifşekî kîndar û dîndar’ ÇEDES ava kiriye

Parlamentera Mêrdînê ya HEDEP'ê Bêrîtan Guneş got ku AKP ji bo afirandina 'nifşekî kîndar û dîndar' ÇEDES avakiriye.

Faşîzma AKP-MHP’ê bênavber êrîşî civakê dikin. Dibin navê weqf û komeleyan de hewl dide civakê li gorî hişmendiya xwe ya paşverû biguherîne. Ji van yek jê projeya ÇEDES’ê ye. ÇEDES li nava raya giştî weke projeya tayînkirina meleyan li dibistanan tê naskirin ku hin dibistan weke navenda ceribandina vê projeyê hatine hilbijartin. Wezareta Perwerdeyê ya Millî ji bo projeya ÇEDES’ê biryar da ku li di sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2023-2024’an de li hemû dibistanan bê belavkirin. Temamiya kesên ku di çarçoveya bernameya ‘Perwerdeya Nirxan’ de weke ‘Şêwirmendên Manewî’ têne diyarkirin endamên Diyanetê ne. Parlamentera Mêrdînê ya HEDEP’ê Bêrîtan Guneş Altin li ser armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ji ÇEDES’ê ji ANF’ê re axivî.

Nifşekî kîndar û dîndar diafirînin

Bêrîtan Guneş diyar kir ku ÇEDES rêbazeke desthilatdariya AKP’ê ye ku dixwaze siyaseta xwe bigihîne xwendekaran û got, “Bi rêya zarok û ciwanan yekser civak û paşeroja me dikin hedef. AKP’ê di nava 21 salên desthilatdariyê de timî xwest ku nifşekî ‘kîn û ola xwe ji bîr neke’ biafirîne. Ev yek pênaseya wan e. Hewl dan ku nifşekî kîndar û dîndar biafirînin. Mirov dikare bibêje ku ÇEDES jî projeya vê yekê ye.”

Parlamentera Bêrîtan Guneş ragihand ku bi waîz û oldarên tayîn dikin, hewl didin bandorê li qadên li derveyî dibistanê, bandorê li malan bike, civakê bi temamî kontrol bike û wiha got: “ÇEDES projeya vê yekê ye. Kesên ku ji formasyona pedagojîk bêpar in, nizanin bê bi zarokan re çawa bixebitin, haya wan ji serdema pêşketinê ya zarokan û tenduristiya derûnî ya zarokan nîne wê li dibistanan perwerdeyê bidin zarokan. Ya rast di nava sîstemeke civakî ya asayî de karê axaftina bi zarokan re ya li ser van nirxan wezîfeya mamosteyên rêber e. Kesên rêber û şêwirmendên derûnî, ew kes in ku li ser psîkolojiya zarokan û pedagojiyê pispor in. Lê mixabin mamosteyên rêber li benda tayînkirinê ne, lê wezîfeya wan ji aliyê waîz û personelên Diyanetê ve tê desteserkirin. Eger zarok tevlî dersan nebe wê bi neçûyîna dibistanê bêne tewambarkirin. Ev yek jî wê bandoreke cidî li derûniya zarokan bike.”

Bêrîtan Guneş bi bîr xist ku perwerdeya li ser manewiyatê li welatên cuda jî tê dayin û wiha domand: “Lê belê cudahî ev e; ji bo her komê, ji bo her ol û baweriyê tê dayin. Lê belê li Tirkiyeyê bi dersên olî yên ji neçarî sîstem cudahiyan tune dike û ol û îdeolojiya xwe ferz dike. Zarokên elewî û ne misilman êdî wê bi 16 saetan dersên olî werbigirin. Ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Ji bilî ferzkirinê ev yek nayê ti wateyê; ji bilî asîmîlekirin, tunehesibandinê ne tiştekî cuda ye. Desthilatdarî yên ji bilî xwe qebûl nake. Tenê tirk ên sûnî qebûl dike. Divê saziyên elewî û hemû aktîvîstên mafên mirovan li ber vê yekê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar