Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Guneş: ‘Kevneşopiya berxwedanê bi keda Rêber Apo û şehîdan hate afirandin’

Guneş ji bo hilbijartinên 28'ê Gulanê bang li jin û ciwanan kir û got: “Bêgûman hilbijartin ji bo me ne her tişt e, lê belê ji bo têkbirina Erdogan ê faşîst bi taybetî bang li jin û ciwanan dikim; dengê xwe bi kar bînin. Ev tifaqa nêrza tenê bi têkoşîna jinê dikare ji hev bê xistin, bê parçekirin."

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê nirxand.

Guneş diyar kir ku meha gulanê meha şehîdan e, di meha gulanê de gelek pêşengên tevgera azadiyê şehîd bûn û di şexsê Hakî Karer, Aysel Dogan û Hozan Mizgîn de şehîdên meha gulanê bi bîr anî.

Guneş li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, “Daxwaza sereke ya gelê me, ciwanan, jinan û dostên kurdan bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji tecrîda li Îmraliyê ne tenê dewleta tirk, di heman demê de hêzên navneteweyî berpirsyar in. Hêzên kapîtalîst bi cezakirina Rêber Apo dixwazin li Rojhilata Navîn hegemonya xwe bimeşînin. Haya wan jê heye ku berxwedana Rêber Apo, tevgera me û gelê kurd li pêşiya vê yekê asteng e. Lewma heta ji wan tê êrîş dikin.

Bi taybetî êrîşên li dijî jinan zêde kirine. Di hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê de ev rewş careke din şênber bû. Di mîtîngên hilbijartinê de du dirûşm li pêş bûn. Yek ji wan ‘Bijî Serok Apo’, ya din jî ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Van herdu dirûşman mohra xwe li pêvajoyê xistin. Gelê kurd û hêzên demokratîk nîşan dan ku wê heta dawiyê li hemberî tifaqa nêrza têbikoşin. Her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî hate kirin.”

‘Kevneşopiya berxwedanê bi keda Rêber Apo û şehîdan hate afirandin’

Guneş işaret bi êrîşên li ser Mexmûrê kir û bi bîr xist ku bi pêşengiya jinan li hemberî van êrîşan berxwedanek tê kirin. Guneş ragihand ku heman êrîş li ser Şengalê jî têne kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Li Şengalê jî di berxwedana dijî DAIŞ’ê û dewleta tirk de jin li pêş bû. Ev kevneşopiya berxwedanê bi keda Rêber Apo û şehîdan hate afirandin. Lewma li qadên hilbijartinê jî berxwedana jinan li pêş bû. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê tevî ku derfetên dewletê hemû bi kar anî jî li Kurdistanê têk çû. Li gel piştgiriya Rûsyayê ya li ser dîjîtalê, li gel diziya ku kirin, li gel hesabên nijadperestan ên li ser dengê kurdan jî nekarî bi ser bikeve. Desthilatdariyê li gel hîle û lîstikan jî nekarî îradeya gel û jinên kurd bişikîne.”

‘Tevlîkirina HUDA PAR a li meclîsê tê wateya tevlîkirina DAIŞ û Talîbanê li meclîsê’

Guneş têkoşîna jin, ciwan û tevahiya gelê kurd silav kir û ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku wê roja yekşemê pêk were wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku gelê kurd wê di 28’ê Gulanê de rejîma AKP-MHP’ê ya ku bi Hîzbûllah a dest bi xwîn re tifaq kiriye, bi dengdanê têk bibe. Bêgûman hilbijartina li dijî Erdogan gelekî girîng e. Ji bo kujerê gelê kurd, Erdogan ê faşîst bê têkbirin, ji bo dawîanîna li rejîma 22 salan hilbijartin firsendeke dîrokî ye. Her kes divê vê firsendê bi kar bîne û dengê xwe bide. Tevlînebûna li dengdanê wê were wateya xurtbûna faşîzmê, zêdebûna destavêtin û kuştina jinan. Lewma ev hilbijartin gelekî girîng e.

Hîzbûllah bi destê AKP’ê kete meclîsê. Heta niha tu hikûmet, partiyan mîna AKP û Erdogan bi rengekî aşkere piştgirî nedabûn Hîzbûllahê. Divê siyasetmedarên kurd baş li ser vê mijarê bisekinin. Ev tifaq jinan mîna malekî dibîne. Tu eleqeya wan bi îslamê re nîne. AKP tişta ku nikare aşkere bibêje, bi rêya HUDA PAR’ê dibêje. Ya rast, xwediyê vî fikrî Erdogan e. Tevlîkirina HUDA PAR a li meclîsê tê wateya tevlîkirina DAIŞ û Talîbanê li meclîsê. Îro Hîzbûllah xist meclîsê, sibe wê DAIŞ’ê têxe meclîsê.

Ji ber vê yekê tevlîbûna li dengdanê gelekî girîng e. Her kes divê bi berpirsyarî rabe. Tevlîbûna li dengdanê hem berpirsyarî ye hem jî wezîfeyeke welatparêziyê ye. Ji bo rizgariya ji vê desthilatdariyê ku 23 sal in zilmê li her kesên ne ji xwe dike, divê deng bê bikaranîn. Her kes divê sekneke bi vî rengî nîşan bide. Divê li dijî Erdogan deng bê bikaranîn. Bêgûman hilbijartin ji bo me ne her tişt e, lê belê ji bo têkbirina Erdogan ê faşîst bi taybetî bang li jin û ciwanan dikim; dengê xwe bi kar bînin. Ev tifaqa nêrza tenê bi têkoşîna jinê dikare ji hev bê xistin, bê parçekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar