Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Open a Ingilistanê Doç. Dr. Cengîz Guneş got ku di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirk de li dijî kurdan lihevkirinek çêbûye. Guneş da zanîn ku Tirkiye ji statûya kurdan ditirse û ji bo pêşîlêgirtina vê jî çi ji destê wê tê dike. Ji bo Komîteya Amadekar a Makeqanûna Sûriyeyê jî Guneş wiha got: “Komîteyeke bêyî nûnerên rêveberiya xweser ne pêkane bi ser bikeve.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di 23’yê îlonê de ragihand ku wan Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê ava kirine. Li gorî plana NY’yê, komîte ji 50 endamên rejîmê, 50 endamên muxalîfan girêdayî dewleta tirk û 50 endamên NY’yê pêk tê. Li gorî vê planê, rêveberiya xweser li derveyî komîteyê hate hiştin. Der barê mijarê de Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Open a Ingilistanê Doç. Dr. Cengîz Guneş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ferhat Çelîk re axivî.
Cengîz Guneş anî ziman ku Tirkiye ji bo dagirkirina herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ji dest tê dike. Guneş diyar kir ku dewleta tirk bi tevgerîna Rûsya û Îranê re hewl dide bêhtir tawîzan ji DYA’yê bigire. Guneş got ku Rûsya û Îran jî dixwazin ku DYA piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re qut bike da ku rêveberiya xweser û kurd marjînal û lawaz bibin û ji bo vê jî dewleta tirk bi kar tînin.
‘Armanc marjînalîzekirina rêveberiya xweser û kurdan e’
Di berdewamê de jî Guneş bi lêv kir ku bi daxuyaniyên piştî lûtkeya sêalî ya li Enqereyê re diyar bûye ku van hêzan li ser hin mijaran lihev kirine. Guneş daxuyand ku her çiqas dîmeneke bihevre bidin jî, polîtîkayên Rûsya û dewleta tirk ji hev cuda ne û wiha derbirî: “Rûsya ji bo ku DYA leşkerên xwe ji Sûriyeyê derxîne, piştgiryê dide gefên Tirkiyeyê yên li ser rêveberiya xweser. Tirkiye jî dixwaze herêmeke bi kûrahiya 30-40 km’yan ku di bin kontrola wê de ava bike. Bi vê re jî dixwaze 2 milyon sûriyeyiyan lê bi cih bike. Armanc tunekirin û lawazkirina rêveberiya xweser e. Ji bo êrîşeke leşkerî, dixwaze bi bi kar anîna penaberan re piştgiriya navdewletî wergire.”
Komîteya Amadekirina Makeqanûnê
Guneş têkildarî avakirina Komîteya Amadekirina Makeqanûnê jî axivî. Guneş bi lêv kir ku her çiqas avakirina vê komîteyê weke serkeftineke mezin bê nîşandan jî, dê di hêla bidawîkirina şer, aştiyeke mayînde û pergaleke siyasî nekare konsensuseke çêbike. Guneş da zanîn ku heke komîsyoneke ji rêveberiya xweser tev li vê komîteyê nebe ne pêkane ku ev komîte bi ser keve. Guneş got ku gumanên wî ji bo vê komîteyê hene ku dê nekare pergaleke ku mafê hemû sûriyeyan biparêze ava bike. Guneş destnîşan kir ku komîteyeke ku nûnerên rêveberiyên xweser venexwendin dê ji hêla hêzên navdewletî ve jî neyê qebûlkirin.
‘Tirkiye ji statûya kurdan ditirs e’
Herî dawî jî Cengîz Guneş wiha got: “Hevkariya DYA û kurdan ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêkekî girîng. Ji bo qutkirina vê hevkariyê her tiştî dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku kurd nebin xwedî statû. Anku pirsgirêk ne HSD ye. Tirkiye ditirse ku mîna li Iraqê, li Sûriyeyê jî kurd bibin xwedî statû.” STENBOL