PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gur di gurîtiya xwe bi israr be jî berxik ne ya ser avê û ber kêrê ye

Di nava gelê kurd de ji bo çavsoriya serdest a ku li bindest neheqî û zilmê dike, çawa hincetan peyda dike û hewldana bindest a ji bo ku halê xwe ye mafdar, mehsum û mezlûm bi serdest û zilimkar bide fêmkirin mînaka gur û berxikê bi xemgînî û dilşewatî tê vegotin.

Çîroka gur û berxikê wiha ye.

Gurê ku sembola dijwarî, êrîşkarî, zext, zilm û zordariyê ye û berxika ku sembola bêgunehiyê ye û tu car zirarê nade candaran, bi hev re diçin ser çem ku avê vexwin.

Ava çem ji jor, ber bi jêr ve diherike. Berxik li jêr, gur jî li jor e.

Gur, ji bo ku berxikê bixe, li hincetan digere. Bi ser berxikê de diqîre û dibêje: “Berxikê! Tu çima ava ku ez ê vedixwim şolî dikî? Ez ê tê bixwim.”

Berxika bê guneh bi lavakarî dibêje: “Mamê gur! Ez li jêr û tu li jor î.”

Ne pêkan e ku ava ber lingê min şolî bibe û bi ser tê de bê. Di rastiya xwe de ava ku tu şolî dikî bi ser min de tê, lê dîsa ne xem e.”

Gur bi hêrs dibêje: “Tu li jêr bî jî, li jor bî jî ez ê te bixwim.”

Ev çîrok pir dişibe serdestiya dewleta Tirkiyeyê û bindestiya gelê kurd.

Ji avabûna komarê heta vê demê rayedarên dewletê di rola gur, gelê kurd jî di rola berxikê de ye û ev rewş berdewam e.

Wekî ku her du aliyan jî vê rewşê û rol û rista xwe bi vî awayî, serdest serdestiya xwe, bindest jî bindestiya xwe qebûl kirine.

Gelê kurd ji hemû maf û azadiyên welatîbûnê bêpar û mehrûm hatiye hiştin, têkoşîna gelê kurd a li hemberî vê neheqiyê jî aliyê dewletê ve weke sûc û sûcdarî hatiye dîtin, siyaseta kurd a rewa hatiye astengkirin, bi lêpirsîn, dozvekirin û cezakirinê re rû bi rû maye.

Ji HEP’ê, heta HDP’ê hemû partiyên ku ji bo maf û azadiyên gelê kurd û gelên bindest ên vî welatî siyaset meşandine, bi lînçkirina dewletê re rû bi rû mane, hatine krîmînalîzekirin, doz li wan hatine vekirin û piraniya wan bi awayekî bê heq û bê hiqûq hatine girtin.

Bi salan e bi operasyonên qirkirina siyasî, binçavkirin û girtina bi hezaran endam, rêveber, xebatkar û hevserokên HDP’ê jî di nav de, bi sedan hilbijartî û bi dehan parlamenter û şaredarên HDP’ê yên ku siyaseta demokratîk meşandine hatine girtin û di pişt deriyên hesinî de ne.

Ji ber ku siyaseta demokratîk a HDP’ê ji bo xwe xeter e dibînin, bi krîmînalîzekirin û dozvekirina li HDP’ê dixwazin wekî partiyên ku wekî kevneşopî di demokrasî û azadiyê de israr kirin û bi awayekî bêhiqûq hatin girtin, HDP’ê jî bigirin û mifteye li deriyê wê bixin.

Heta niha bi dehan caran vîna gelê kurd tune hatiye hesibandin, wekîlên HDP’ê yên ku gelê kurd ew weke îradeya xwe hilbijartine û şandine parlamentoyê ji aliyê dozgeran ve bi sedan felzeke hatine amadekirin, doz hatine vekirin û bi sûcdariyên bêbingeh parlamenteriyên wan hatine betalkirin, ew avêtine zindanan û hîn jî di zindanan de ne.

Herî dawî piştî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari, cezakirin û avêtina wan a zindanê, niha jî ji bo ku parlamenteriya wê were betalkirin, derbarê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de ji ber wêneyekî ku di dema qaşo ‘Pêvajoya Çareseriyê’ de hatiye kişandin, ji aliyê çapemeniya ku alîgiriya AKP-MHP’ê dike ve hatiye serwîskirin, hincet tê nîşandan, dozger seferber bûne, bi awayekî lezgîn felzeke hatiye amadekirin û bi daxwaza ku felzekeya ku hatiye amadekirin erê bibe, pêşkêşî serokomar Erdogan hatiye kirin.

Ev bûyer û helwest, nêzîkatî û çavsoriya rayedarên dewletê jî pir dişibe mijara gur û berxikê.

Ango dozger, serokê parlamentoyê û serokomar raste rast bi rêbaza lînçkirinê înfaza bêdaraz pêk tînin û dibêjin sûcê parlamenter Semra Guzel hebe jî, tune be jî em ê parlameteriya wê betal bikin, wê ceza bikin û biavêjin zindanê.

Piştî têkoşîna dehsalan, berxwedan û berdêlên giran, parlamenter Semra Guzel jî HDP jî, gelê kurd jî dê êdî postê berxikiyê ji xwe bikin, stuyê xwe li ber kêrê dirêj nekin, vê rola berxikiyê deynin aliyekî û roleke nû ya têkoşîn, berxwedan, azadî û xwedibûna statuya gelê kurd û gelên bindest ên vî welatî di dilê civaka azadîxwaz de ava bikin.

Helwest, nezîkatî û sekna ku pêwîst e û pêdiviya HDP’ê û siyaseta kurd pê heye ev e.

Nûçeyên Têkildar