Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gurkan: Armanca hilweşandina rêveberiya yek şexsî ye

Alîkara Serokê EMEP'ê Selma Gurkan ji bo hilbijartina 14’ê gulanê de ev tişt anî ziman: "Çareseriya pirsgirêkên heyî di têkoşîn û bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê de ye."

Alîkara Serokê Partiya Kedê (EMEP) ku ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ye Selma Gurkan li ser hilbijartinê axivî.

Selma Gurkan diyar kir ku asta xizaniyê ya gel, rêjeya bêkariyê, bêhêvîbûna ciwanan ji paşerojê, bilindbûna enflasyonê encamên hilweşîner ên polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê ne û got, “Ev polîtîka hemû tenê rastiyekê nîşan didin: sîstem li ser rant, talan û mêtingeriyê hatiye avakirin. Her wiha zextê desthilatdariyê, qedexe, dozên girtina partiyan mîna ku di mînaka HDP’ê de tê dîtin, gef û şantajên li hemberî serok û rêveberên partiyên muxalefetê, guleberdana li avahiyên bajaran ên partiyên Îyî Partî û CHP, atmosfera heyî ya siyasî radixin pêş çavan. Li aliyê din mijarên ku Tifaqa Cûmhûr bi hevalbendên xwe yên nû dike, rakirina mafên jinan ên mîna nafaqa û qanûna têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li jinê ye. Di vir de jî mirov dibîne ku paşverûtiyeke civakî tê birêxistinkirin. Li gel polîtîkayên rant, talan û mêtingeriyê, polîtîkayên dijberî, zext, qedexe û tundiyê têne meşandin. Bi vê yekê jîd iyar dibe ku desthilatdarî dixwaze di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikeve û bi vê yekê re welêt hîn bêhtir bixe nava tarîtiyê.

Divê mirov vê yekê jî bi xurtî destnîşan bikin; ya ku di dema erdhejê de hat dîtin bêkêrbûna desthilatdariyê nebû, ya ku hat dîtin encama polîtîkayên desthilatdariyê bi xwe bû. Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkên kûr ên gel bendewariyek heye û Tifaqa Ked û Azadiyê jî bi bernameya xwe ya li ser çareseriya pirsgirêkan, pêwîstiya bi rêxistiniya gel a têkoşînê raxistiye pêş çavan. Lewma ev tifaqa bûye alternatîfeke gel.”

Têkildarî hilbijartina serokkomariyê jî Selma Gurkan got: “Helwesta me diyar e. Armanca me ya destpêkê hilweşandina rêveberiya yek şexsî ye. Me li ser navê kesan nîqaş nekir. Çareseriya pirsgirêkên heyî di banga têkoşînê û bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê de heye. Di hilbijartinên serokkomariyê de jî taktîk têkbirina rêveberiya yek şexsî ye. Ji bo pêşvebirina têkoşînê em di wê baweriyê de ne ku ev qonaxeke girîng e. Weke tifaqê me helwesta xwe eşkere kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar