Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin bi biryardarî didomin. Çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 103’yemîn
Berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên bi pêşengiya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatine destpêkirin berdewam in. Berxwedana Leyla Guven jî 103 roj li pey xwe hiştin. Di heman demê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku bi heman armancê li Hewlêrê di grevê de ye kete roja 90’î. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi tevlêbûna 14 çalakvanan li Strasboûrga Fransayê hatiye destpêkirin kete roja 64’emîn, a Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 64’emîn de û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna zêdetirî 300 girtiyan hatiye destpêkirin jî 65 roj li pey xwe hiştin. Di heman demê de li Mexmûr, Hewlêr, Şengal û gelek deverên din jî ji bo piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger tên lidarxistin.
Hejayî bibîrxistinê ye ku rewşa çalakvanan her roj ber bi nebaşiyê ve diçe. AMED