Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guven: Axaftina min hatiye berevajîkirin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji ber berevajîkirina axaftina wê ya di 14’ê tîrmehê de ya di kongreya HDP’ê ya herêma Amedê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Guven diyar kir ku axaftina wê ji merama xwe hatiye dûrxistin û xelet hatiye şîrovekirin. Guven daxuyand ku wê xwestiye balê bikişîne ser xetereya operasyona dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di Konferansa Herêma Amedê ya HDP’ê ya di 14’ê tîrmehê de, axivîbû. Guven di axaftina xwe de bal kişandibû ser êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê û wiha bang li serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû: “Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re veneke. Mesût Barzanî gotibû ‘em birakûjiyê’ naxwazin. Ger naxwaze, wê demê divê wê axê ji Tirkiyeyê re veneke. Ew der ne tenê axa PDK’ê ye, axa hemû gelê kurd û Başûr e.”

Axaftina Guven li ser medyaya civakî û raya giştî ya başûrê Kurdistanê hatibû nîqaşkirin û hatibû berevajîkirin. Li ser vê yekê jî Guven têkildarî van nîqaşên daxuyaniyeke nivîskî weşand. Guven got ku wê di konferansê de bi ser navê Hevserokatiya KCD’ê axaftin kiriye û wiha domand: “Ew axaftin li ser medyaya civakî û raya giştî ya başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin. Di axaftina xwe de min operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê nirxand û min ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û kek Mesûd Barzanî daxwaz kir ku li dijî van operasyonan xwedî helwest bin. Weke ku tê zanîn kek Mesûd Barzanî berê gelek caran gotibû; ‘Ez ê êdî tu carî nehêlim ku kurd şerê hev bikin’ û min gelek girîngî dida vê axaftina wî û min jî nirxandinên xwe li ser wî esasî kiribûn.”

‘Ez gelek xemgînim’

Guven diyar kir ku di wê axaftinê de xwest balê bikişîne ser xetereya operasyonên leşkerî yên li ser gelê başûrê Kurdistanê û pêdiviya avakirina yekitiya neteweyî ya kurd û pêkanînan xeteke palpiştiya neteweyî. Guven destnîşan kir ku axaftina wê ji konteks û merama xwe hatiye dûrxistin û xelet hatiye şîrovekirin. Guven da zanîn ku ji ber vê rewşê gelek xemgîn e.

Bang li Mesût Barzanî kir

Daxuyaniya Leyla Guven wiha bi dawî bû: “Her çend ku kek Mesûd Barzanî îro bi awayekî çalak siyasetê neke jî, em baş dizanin ku gelê Kurdistanê wî ji nêz ve dizane û dişopîne û mîsyoneke wî ya girîng, dîrokî û siyasî heye. Kek Mesûd bi vê mîsyona xwe ya siyasî, bi têkoşîna xwe û bi tecrûbeyên xwe, dikare di demeke ku Rojhilata Navîn û Kurdistan bûye deryaya xwînê, rê li ber van rageşî û berberiyan bigire, diyalog û guftûgoyê esas bigire û ji bo encamgirtina xebatên yekitiya neteweyî hewl bide. Bi raya me, ev bendewariya der barê kek Mesûd de helwesteke welatparêzî û kurdistanî ye. Gelê me jî baş dizane ku di dema proseya referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê û hemû xetereyên li ser gelê me yê Başûr de, helwesta KCD’ê cihekî giranbiha digire.

Hemû nirx û destkeftiyên gelê me yê başûrê Kurdistanê, destkeftî û nirxên gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku axaftina min jî di vê çarçoveyê de bê fêmkirin û ji meram û armanca xwe neye bidûrxistin. Rêz û silavên xwe pêşkêş dikim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar