Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, li dijî tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 109 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Leyla Guven, di ziyareta îro de xwest Tirkiye li gorî hiqûq û zagona xwe tev bigere û wiha got: “Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne.”
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 109’emîn de, didome. Piştî Guven hat berdan, her roj gelek saziyên demokratîk û rêxistinên sivîl Guven li malê ziyaret dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Îro jî Parazvanên Mafên Mirovan Aktivîstên Aştiyê Nîmet Tanrikulu, Fîlîz Uguz, Femînîst Ozengul Ergun, Seher Kalkan, Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Işil Ozgenturk li mala Guven ew ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Aktîvîst û parazvanên mafên mirovan peyama “Wekî jinek bûye dengê aştiyê, bi hêviya em bibin dengê te em bi te re ne.” dan. Leyla Guven, di ziyareta îro de xwest Tirkiye li gorî hiqûq û zagona xwe tev bigere û wiha got: “Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne.”
Jinên beriya serdana Guven li Komeleya Jinan a Rosayê kom bûn, rêvebirên komeleyê jî li gel wan çûn serdana Guven. Heyeta ku çû serdana Guven piştî serdanê xwest ku daxuyaniyê bide lê heyet ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinên ku bertek nîşanî helweta polîsan dan wiha gotin: “Di nav me de aktîvîstên aştiyê, parêzvanên mafên mirovan û rojnameger hene. Em di pêvajoyên giran re derbas dibin. Me xwest ku em jina li dijî vê pêvajoyê di greva birçîbûnê de ye ziyaret bikin.”
Jin bêyî ku daxuyaniyê bidin ji ber mala Leyla Guven veqetiyan. AMED