Hevseroka KCD’ê di serdana komeke ji feminîstên Tirkiyeyê û endamên EHP’ê de axivî. Guven got ku çalakiyên piştgiriyê hêz didin wê û da zanîn ku berxwedana wan dê bi ser keve. Guven got ku berxwedana wan faşîzm teşhîr kir û banga xurtkirina xeleka berxwedanê kir
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 112’emîn de berdewam dike. Ji bo piştgiriya bi çalakiyê re, gelek derdorên cuda rojane Guven li mala wê ziyaret dikin. Di vê çarçoveyê de jinên femînîst ên tirkiyeyî û Partiya Tevgera Kedê (EHP) di vê çarçoveyê de Guven ziyaret kir.
Di dema serdanê de Leyla Guven axivî. Guven anî ziman ku çalakiyên piştgiriyê hêz didin wê û wiha domand: “Li vî welatî heya ku pirsgirêka kurd ku pirsgirekeke bingehîn e çareser nebe, em ê nekarin tu pirsgirêkan bi axivîn. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên micid hene û hemû jî girêdayî hevin. Me ji bo rakirina tecrîdê dest bi çalakiyê kir. Heta tecrîd ranebe, em nikarin tu pirsgirêkên din biaxivîn. Ji ber vê divê demildest tecrîd rabe. Ez bi piştevaniya partî, sazî û dezgehên weke we qet tawîz nedayîn, çalakiya xwe mezin dikim. Îro em li virin, lê sibe dê hevalên me yên din vê berxwedanê bidomînin. A girîng ewe ku em li dora vê berxwedanê bibin xelek û piştevaniyê mezin bikin. Ji ber vê ez girîngiyek mezin didim piştevaniyê.”
‘Tişteke ku em winda bikin nîne’
Di berdewamê de jî Guven destnîşan kir ku dê teqez biserkevin û wiha pê de çû: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê êdî nikare bêdeng bimîne. Tiştekê ku em winda bikin nîne. Ji xwe me hemû bedel daye berçavên xwe. Bi her awayî em fikirîn û me wisa dest bi çalakiyê kir. Dibe ku di encama wê de mirin jî hebe. Bi piştevaniya we ji xwe ev çalakî di zûde gihîştiye armanca xwe.”
‘Ruhê Che Guevara divê neyê jibîrkirin’
Leyla Guven bal kişand ser dorpêça li ser mala wê û êrîşên li dijî meşên parlamenterên HDP’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîrokê her tim desthilatdarî li dijî şoreşgeran bêçare mane. Bi geşkirina berxwedanê û mezinkirina serhildanan re desthilatdar neçar kirine ku paşve gav biavêjin. Divê em felsefeya Che Guevara ji bîr nekin. Li cihekê şoreş pêş bikeve jî, ji bo şoreşa welatekê din ruhê bezandinê heye. Li Tirkiyeyê dibe ku li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd hebe. Lê kes ne di ferqê deye, ev tecrîd di heman demê de li ser hemû kesane. Berxwedana min dê bi ser bikeve û gelên Tirkiyeyê dê dinava aştiyê de bijîn. Gelo ger ev berxwedan nebûya dê me çawa qala faşîzm û tecrîda li Tirkiyeyê bikira. Li zindanan binpêkirinên mafan ên pir micid hene. Berxwedana zindanan pir binirxe.Hevalên me dê bi berxwedana xwe hemû polîtîkayên qedexe vale derbixin. Ez bawer dikim ku dê çalakî bi ser keve.” AMED