Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Guven: Dengê Ocalan gihişt me

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin û cejna wê pîroz kirin. Di serdanê de Guven axivî û wiha got: “Bi dengê birêz Ocalan re bihar hate Kurdistanê. Ger îro em cejnê pîroz dikin ev bi dengê birêz Ocalan ê gihiştî me pêk hatiye.”

Endamên Meclisa Jinên Ciwan ên HDP’ê bi minasebeta Cejna Remezanê çûn serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û li ser bang Ocalan di roja 200’emîn de dawî li çalakiya xwe anî bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag, li gel endamên Meclisa Jinên Ciwan Guven ziyaret kir û cejna Guven pîroz kirin.

Guven, bi keyfxweşî ciwan pêşwazî kir û têkildarî çalakiya xwe agahî da. Guven ewil kesên dema di çalakiyê de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: “Ez di şexsê Zulkuf û Ayten de hemû hevrêyên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmetî bîr tînim.”

Ciwan dibin hêz û moral

Di berdewamê de Guven destnîşan kir ku wan çalakiya xwe serkeftî bi dawî kiriye û wiha berdewam kir: “Me dengê birêz Ocalan bihîst. Bi bihîstina dengê Ocalan bihar hat Kurdistanê. Hewayek kêfxweşiyê li ser civakê belav kir. Em îro bi rastî jî cejnê pîroz dikin. Ji ber ku dengê birêz Ocalan gihişt me. Me peyama aştî, demokrasî siyaseta demokratîk bihîst. Gelê kurd her dem êş û kêfxweşî bi hevre jiya ye.”

Guven diyar kir ku her dem ciwan dibin hêza coş û moralê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Siberoja me wê bibin rojên aştî, xwişkbiratî û azadiyê. Wê rewşa asayî û aramî pêş bikeve. Her serdemê ciwanan pêşengiya vê yekê kiriye. Carekê diviya bû jinekê pêşengî bikiraya. Têkoşîna me didome. Heta em azadiya xwe bi dest bixin têkoşîna me wê bidome.”

‘Em ê rexnedayîna xwe bi pratîka bidin’

Piştî Guven endama Meclisa Jinên Ciwan Merve Oztep jî da zanîn ku têkoşîna ciwanan a li dijî tecrîdê wê bidome û wiha got: “Ev ziyareta rexnedayinê ye. Ciwanan di vê pêvajoyê de rola xwe nelîst. Lê biryar û îdîaya me ya pêşengiye wê bidome. Em ê tecrîdê bişikînin. Em bi vê biryarî û baweriyê têdikoşin. Em ê rexnedayîna xwe bi pratîka xwe bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar