Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Guven: Divê dayik li ber deriyên kesên ku şer dixwazin rûnin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Guven got ku divê dewlet guh bide bangawaziya Ocalan û ji bo aştiyeke mayînde gav biavêje. Guven ji bo kesên li ber avahiya HDP’ê jî wiha got: “Daxwaza we rewa ye lê ne li ber deriyê HDP’ê, li ber deriyên şerxwazan çalakiya li dar bixin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji ber axaftina xwe ya di Nobeda Demokrasiyê ya di 11’ê îlonê ya li Amedê, bû hedefa desthilatdarî û çapemeniya hawîz. Guven der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Bariş Polat re axivî.

Leyla Guven destnîşan kir ku KCD ji roja destpêkê ve xebatên xwe dimeşîne û xebatkar, hevserok, delege, nûner û hilbijêrên wê hene. Guven da zanîn ku KCD, kongreyeke ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd têdikoşe ye û wiha domand: “Ji her aliyên Tirkiyeyê, ronakbîr, nivîskar, hunermend û gelek kes beşdarî kongreyên me dibin. Di çend salên dawî de hewl didin kongreya me krîmînalîze bikin. Dixwazin kesên beşdarî kongreya me dibin bi binçavkirinan teşhîr bikin. Xebatên KCD’ê ji raya giştî re vekirîne. Tevî vê jî herî dawî li Wanê li dijî delegeyên me operasyon kirin û endamê dîwana me Fîkret Dogan û gelek hevalên me hatin girtin. Lê ji ber ku delîlek nedîtin, hatin berdan. Em ê vê hewldana bêîtîbarkirinê qebûl nekin.”

‘Kurd hene û welatê wan Kurdistan e’

Guven diyar kir ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd heye û wiha derbirî: “Lê dema ku tu qala wê dikî, tê lînckirin. Bi milyonan kurd hene û xwedî ziman, çand û erdnîgariya Kurdistanê ne. Ji ber em vê rastiyê dibêjin, me lînc dikin. Kurd xwediyên vî welatî ne û dixwazin bi nasname û zimanê xwe bijîn. Hişmendiyeke ku hewl dide kurdan weke cihêkar û dijmîn nîşan bide heye. Em li dijî vê hişmendiyê têdikoşin.”

Ji bilî çareseriyê her rê ceribandin

Di berdewamê de jî Guven got ku ev 40 sale pirsgirêka kurd berdewam e û ev nirxandin kir: “Ji bilî aştî û çareseriyê, di nava 40 salan de her tişt ceribandin. Ji bo çareseriyeke mayînde, di 2013 û 2015’an hin rêbaz hatin ceribandin. Aştî karekî xweşik e. Werin em ji bo aştiyê têbikoşin. Mimkune ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de bal kişand ser vê yekê û got; ‘Ger dewlet amade be, ez ê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim.’ Ev gotinek pir bi nirxe. Têkoşîna me ji bo wê ye ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe.”

Kesên li ber avahiya HDP’ê

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bal kişand ser malbatên ber avahiya HDP’a Amedê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwazên dayikan girîngin. Li ser seran û ser çavan. Lê çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê çalakiyeke cuda ye. Lêgerîna çareseriyê mafê we yê herî xwezayî ye. Lê divê hûn li ber deriyên şerxwazan çalakiyan bikin. HDP jixwe bi hemû derfetên xwe ji bo aştiyê têdikoşe. Me bang li dayikan kir û me got werin em bi Dayikên Şemiyê, dayikên girtiyan, Dayikên Aştiyê, dayikên Roboskê û dayika Şenyaşar re dest bidin destên hev û li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin. Ji ber ku armanca me hemûyan yeke.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar