Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 82’yemîn a çalakiya xwe de beşdarî bultena nûçeyên êvarê ya Sterk TV bû. Guven bang li hemû gelê kurd kir ku neyên xapandin û xwest heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe li dora Ocalan bibin xelek
Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin bi birdariyeke mezin didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Leyla Guven 82 roj li pey xwe hişt. Çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê 69 roj, çalakiya li Strasbourg û Milerê jî 43 roj li pey xwe hiştin. Her wiha çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 44 roj li pey xwe hiştin.
‘Heta tecrîd bişikê em ê çalakiya xwe bidomînin’
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 82’yemîn de beşdarî bultena nûçeyên êvarê ya Sterk TV bû. Guven bang li hemû gelê kurd kir ku neyên xapandin û xwest heta bi temamî tecrîd bi dawî bibe li dora Ocalan bibin xelek û wiha got: “Di serî de ji xebatkarên Strek tv û berxwedanên diasporê re silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ez berxwedêrên zindanan ku 44 roj in li ber xwe didin bejna xwe ditewînim. Ji ber ku ez ji zindana Amedê qut bûm lê hêj ruhê min li zindana Amedê ye. Ev çalakî wekî rexnedayîna me ye. Ez ji ber ku vê peywira xwe pêk tînim di nav coşekê de me. Heta niha kurdan çi bi dest xistine bi bedelên giran bi dest xistine. Bêyî bedel serkeftin nayê bidestxistin. Ger ku niha jî bedel ji me bên xwestin em amade ne ku bedel bidin. Em zilmê û bê rûmetiyê qebûl nakin. Em ji vê bindestiyê re dibêjin êdî bes e. Ev ne tenê daxwaza min e. Ev daxwaza milyonan e. Niha berxwedan her ku diçe belav dibe. Jinên kurd ji roja ewil ve li derve û li Ewropayê pêşengiya berxwedanê kirin. Pêşengî û berxwedana jinên kurd ji min re bû hêz, moral û min ev çalakî pêk anîn. Ew ji bo min bû hêz û moral. Ji Sarayan heta Arîn Mîrkanan ji bo me bûn pêşeng. Divê kes neyên xapandin. Divê nebêjin tecrîd hatiye şikandin. Heta ku bi temamî tecrîd neyê şikandin divê em kurd ranewestin. Divê me li dora Serokê xwe bibin xelek. Serkeftin nêzîk e. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala kurdan. Em dixwazin hemû gelê kurd û jin li dora Rêber Apo bibin xelek.” AMED