Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Guven: Fikrên Ocalan xîtabî hemû gelên Rojhilata Navîn dike

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku weke parlamenter hatiye hilbijartin cara yekem çû Colemêrgê. Guven li Colemêrgê peyamên aştiyê dan û bal kişand ser gotinên Ocalan. Guven wiha dom kir: “Fikrên Ocalan xîtabî hemû gelan dike. Pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi manîfestoya Ocalan heye.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî greva birçîbûnê ya 200 rojan, cara yekê çû Colemêrgê. Guven ji hêla endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Colemêrgê li Qada Azadiyê bi girseyî û bi dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hate pêşwazîkirin. Girse ji Qada Azadiyê heta avahiya HDP’ê ya Colemêrgê meşiya.

Li avahiya HDP’ê di serî de parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê. Dede diyar kir ku Leyla Guven ji taritiyê re bû ronahî. Piştre jî Leyla Guven weke parlamentera Colemêrgê yekem car xîtabî gelê Colemêrgê kir û wiha got: “Bi hezaran hevalên me li girtîgehê dîl tên girtin. Em ji Colemêrgê slavên gerim ji wan re dişînîn. Hevalên me siyaseta kurd û kurdistanî meşandin. Hevalên me dizî nekirin, bêhiqûqî nekirin tenê ji gelê xwe re siyaset kirin û ji ber vê yekê hatin girtin.”

‘Ev der Kurdistan e’

Guven destnîşan kir ku hevalên wan di got; ‘Kurd û Kurdistan’ û wiha domand: “Em careke din dibêjin navê vê erdnîgariyê Kurdistan e û em jî kurd in. Her çiqas we Kurdistan kiribe çar parçe jî ji bo me ev der her Kurdistan e. Em sînorên ku we danîne nas nakin. Colemêrg jî bajarekî qedîm ê vê erdnîgariyê ye. Ev çil sale li rûmeta xwe, li têkoşîna xwe xwedî derdikeve. Hilbijartina min a li vî bajarî ji bo min rûmet e. Tevî ku girtî jî bûm gelê vî bajarî li vîna xwe xwedî derket. Ez rêzî û hurmeta xwe ji we re pêşkêş dikim.”

‘AKP û MHP têk çûne’

Di berdewamê de jî Guven bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP’ê û wiha pê de çû: “Li Wanê mitîngeke girseyî pêk hat. Bi her zimanekî gotina ‘Ji şer re na, ji aşitiyê re erê’ hebû. Birêz Abdullah Ocalan dibêje; ‘Ez ji sala 1996’an de di girtîgehê de hewl didim ku aşitiyeke mayînde, aşitiyeke bi rûmet pêk bînim. Lê hikûmeta AKP – MHP’ê vê qebûl nake’. Bi saya çalakiyên greva birçîbûnê rêya Îmraliyê hate vekirin. Gelê kurd ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bike dengê xwe dabû AKP’ê û kiribû desthilatdar. Lê xuya bû ku AKP dilsoz nîne. AKP’ê ev 18 sal in tu tişt neda gelên Tirkiyeyê. AKP tenê xwe û îktîdara xwe parast. Banga birêz Ocalan bangekî birûmet e. Bila AKP hişê xwe bîne serê xwe. AKP û MHP têk çûne.”

Peyamên Ocalan

Leyla Guven bang li hikûmetê kir ku ji bo aştiyeke mayînde guh bide banga Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îktîdara wan heta hilbijartinê dê li ser pêyan nemîne. Neçarin ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Pirsgirêka herî bingehîn e. Di greva birçîbûnê de jî me got ku AKP û MHP bi zanebûn dengê birêz Ocalan qut dikin. Ew dizanin ku birêz Ocalan biaxive dê roj li Rojhilata Navîn hilê. Fikrên birêz Ocalan xîtabî hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Bi qutkirina dengê birêz Ocalan re xwestin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Ew jî baş dizanin ku di her hevdîtinê de ji Îmraliyê peyama ‘Ji bo aşitiyê hewl bidin, li ber xwe bidin’ tê. Ger ku em yekitî û tifaqa xwe xurt bikin em ê biserkevin. An em ê statûya xwe bi dest bixin an jî em ê sedsalên din jî winda bikin. Divê em bibin yek û li dijî parçebûnê têbikoşin. Em bi xwe bawer in û serkeftin ya me ye.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar