Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Guven: Hûn nikarin 50 milyon kesan ‘terorîst’ îlan bikin

Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê 24’emîn Liijneya Giştî li avahiya xwe pêk anî. Di civîna lijneyê de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Seroka CHP’ê ya Amedê Gonul Ozel û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn.

Ewil Serokê ÎMO Murat Demîr diyar kir ku bi têkoşîn û kedek mezin hatine van rojan û wiha got: “Bi vê pergala serokatiyê ya Îktîdara AKP’ê odeyên me yên pîşeyî û gelê me zirarek mezin dîtine. Ev îktîdara ku di şer de israr dike, destkeftiyên gel ji bo xwe talûke dibîne. Îktîdara AKP’ê êrîşên li dijî Rojava berdewam dike. Lê em dibêjin şer ne çareserî ye. Em Cîhan Can ê polîsan bi maşîna zirxî ew kuşt û Mansur Soker ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin.”

‘Em hene, ziman û nasnameya me heye’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêka civakî zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Bi destê pergal û feraseta mêrê serdest jin her roj tên kuştin. Dîsa civak bi betalî û xizaniyê re rû bi rû ye. Ev pirsgirêkên civakî yên rû didin yek bi yek hişyariyê didin. Hemû qeyran û bûyerên pêk tên ji neçareseriya pirsgirêka kurd ne serbixwe ye. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên din jî çareser nabin. Hûn nikarin 50 milyon mirov wekî terorist îlan bikin. Tiştekî wiha ne pêkan e. Em hene. Ziman û nasnameya me heye. Em kurd in. Navê axa me Kurdistan e. Lê îktîdar hemû kesên ne ji wan wekî terorîst îlan dike. Xaniyê mirovan bi ser serê wan de xera dikin. Kî li dijî vê îktîdarê îtîraz dike wan wekî terorîst îlan dikin. Li vî welatî akademîsyen, rojnameger, jin, endezyar, tev bûne ‘terorîst’. Lê hemû cîhan dizane terorîst kî ye. Terorîst kesên di jêrzemînên Cizîrê de ev mirov şewitandin in. Yên Dayika Taybet kuştin û bedena wê ya bê ruh heft roj û heft şevan li kolanê hiştin in.”

Bê jin jiyan nebe

Guven herî dawî bal kişand ser rol û rista jinê û zimanê kurdî û wiha bi dawî kir: “Ger ku zimanê kurdî heta îro hatibe rol û rista jina kurd pir zêde ye. Bi xêra dayikên kurd heta îro kurdî zindî maye. Çima di nava xebatan de hêjmara jinê kêm e. Divê dîwan bê jin neyên avakirin. Niha li Rojava şoreş pêş dikeve. Pêşengê vê şoreşê jin in. Ev der jî Amed e. Çima li odeyê hêjmara jinan kêm e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Bê jinan rizgarî û jiyan nabe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar