Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Guven ji bêdengiyê re bû deng

Jinên EKA’yî û Kirkyamayî destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guven ji hemû kedkaran mînak e û gotin ku di demeke wiha de Guven bi çalakiya xwe ji bêdengiyê re bûye deng

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 92’yan de didome. Piştgiriyên ji bo Guven jî didomin.

Jinên Kedkar (EKA) û Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê jî piştgirî dan çalakiya Guven û diyar kirin ku têkoşîna Guven ji kedkaran re dibe mînak.

Ji EKA’yê Fatma Yildirim di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven silav kir û diyar kir ku Guven di vê bêdengiyê de bi têkoşîna xwe bûye dengê zindan û civakê.

Yildirim destnîşan kir ku divê xwedî li çalakiya Leyla Guven bê derketin û wiha domand: “Leyla Guven ji hemû civak û jinên kedkar re dibêje ku kesek tenê jî dikare bi biryardarî têkoşînê bidomîne. Çalakiya wê bû çirûskek, li çar hawirdorên cîhanê olan dide. Em Jinên Kedkar, li cem Guven in. Em bi rêzdarî têkoşîna wê silav dikin.”

‘Em li cem Leyla Guven in’

Di heman mijarê de Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê jî peyamek parve kir û ev tişt anî ziman: “Em çalakiya demokratîk û mafdar a Leyla Guven silav dikin. Em dixwazin diyar bikin ku em piştgiriyê didin têkoşîna wê. Pêdiviya me hemûyan bi dengê aştiyê heye û wê ev deng bibe zemîna demokrasî û azadiyê. Dê têkoşîna li girtîgehan a ji bo bidawîkirina tecrîdê, tecrîdê bişikîne. Em careke din destnîşan dikin ku em li cem Leyla Guven in û xwedî li berxwedana wê derkevin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar