Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Guven ji bo Mexmûrê bang li hikûmeta Başûr kir

Ji tîrmeha sala 2019’an ve Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber ambargoya giran, gelê Mexmûrê di bin xetereyeke mezin de ye. Têkildarî mijarê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vîdeoyekê bang li rêveberiya hikûmeta Başûr kir ku ambargoyê bi dawî bike.

Guven di vîdeoya ku serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kiriye de vê bangê dike:

“Ez di serî de gelê başûrê Kurdistanê û hikûmeta wê bi rêzdarî silav dikim. Min xwest bi rêya vê vîdeoyê denge xwe bigihînim rêveberiya başûrê Kurdistanê. Ji bo ku niha vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belav bûye. Em jî wek gelê Kurdistanê li dijî vîrûsê amadekiariyên xwe dikin û ewlehiya xwe digirin. Lê ew cihek heye ku cihek gelek taybet e. Ev cih jî Kampa Mexmûrê ye. Wek ku hûn jî dizanin ji ber şert û mercên li bakurê Kurdistanê gelek mirovên me neçar man ku biçin başûrê Kurdistanê. Ew mirovên me niha li Kampa Mexmûrê jiyana xwe berdewam dikin. Gelek şert û mercên giran bihûrandin û hêj di nava şert û mercên giran de dijîn.

Mixabin ev demek e, rêveberiya başurê Kurdistanê dorgirtinek (ambargo) daniye ser Kampa Mexmûrê. Em weke siyasetmedarên bakurê Kurdistanê bang dikin. Em dibêjin gelê me yê Mexmûrê gelek hêja ye û qehreman e. Niha di nava şert û mercên giran de ne. Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê jiyana wan di bin talûkeyeke mezin de ye. Ji kerema xwe wê dorpêçê li ser wan rakin. Em rica û daxwaz dikin. Em dibêjin kurd li ku dibe bila bibe em ji hevdu berpirsiyar in. Ez jî wek jineke kurd a siyasetmedar, ji rêveberiya başûrê Kurdistanê rica û daxwaz dikim ji kerema xwe dorpêçê rakin. Çimkî ev vîrûs vîrûseke gelek talûke ye. Bila miletê me ji ber vîrûsê jî nemire.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar